Li Eyn Îsayê şervanekî Ermen li ziman û dîroka xwe digere

Simko Harûn ku şervanekî ji pêkhateya Ermen e, di çepêrên Eyn Îsa de hem li ber xwe dide, tola hezar salan radike û hem jî lêgerîna dîrok, zimanê xwe dike. Simko Harûn di nav lêgerînê de ji bo parastina ziman û neteweya xwe rojane 4 peyvên ermenkî fêr dibe.

Li Eyn Îsayê şervanekî Ermen li ziman û dîroka xwe digere
17 adar, 2020   08:10
CÎHAN BÎLGÎN – EYN ÎSA

Neviyên qurbaniyên komkujiyan di nav Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de cih digrin û tola hezar salan bi berxwedanê hildidin.  Yek ji wan jî Simko Harûn e ku şervanekî ji pêkhateyên Ermen e û cihê xwe di çeperên şer yên bajarê Eyn Îsa de digire.

Di sala 1915’an de Dewleta Osmanî li dijî pekhatêyên Ermen, Suryan û êzidî komkujî pêk anîn. Her wiha di nava komkujiyê de 1,2 milyon Ermen hatin qetilkirin. Ermen, Suryan û êzidiyên ku ji komkujiyê rizgar bûn, koçberî Rojavayê Kurdistanê bûn.

KOÇBERIYA JI MÊRDÎNÊ BER BI QAMIŞLO VE

Malbata Simko Harûn ji ber komkujiya Dewleta Osmanî ya di sala 1915’an de ji bajarê Mêrdînê neçarî koçberiyê li bajarê Qamişlo dibin. Lê malbat ji zextê xilas nabe ku rejîma Sûriyê encama polîtîkaya asîmîlekirine nahêlin pêkhate bi zimanê dayikê û çanda xwe bijîn. Ji ber vê sedemê ye ku gelek pêkhateyên wekî Ermen û Suryan niha bi ziman û çanda xwe nizanin. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bîrdoziya rêber Abdullah Ocalan re êdî parastina netewe, ziman û çandê bû erkeke sereke.   

Simko Harûn li dijî wan kiryaran fêrî zimanên kurdî, tirkî, almanî, erebî dibe lê ji ber zimanê dayikê nizanê, her xwe kêm dibînê. Malbata wî ji tirsa dewletê di hundirê mala xwe de jî bi zimanê ermenkî neaxiviye. Ev fetisandin dibe sedema lêgerîna wî li ziman û dîroka Ermenan ku zêdetir xurt bibe. Piştî xwendina pirtûkên rêber Abdullah Ocalan û destpêkirina şoreşa Rojava ew jî wekî gelek ciwanan sala 2013’an ji bo xwedîderketina gelê xwe, tolhildana komkujiyan û parastina axa xwe tev li refên şervanan dibe.

ROJÊ 4 PEYVÊN BI ERMENKÎ FÊR DIBE

Li kêleka berxwedanê Harûn lêkolînê li ser netewe û zimanê xwe jî dike. Têkildarî qedexekirina zimanê ermenkî ji aliyê hikumeta Sûriyê ve, wiha dibejê: “Rejima Sûriyê ne dûrî Dewleta Osmanî ye. Li Sûriyê giştî bi hezaran Ermen hene lê mixabin ji ber desthilatdariyê gelek ji wan zimanê dayikê ji bîr kiriye. Armanca dewleta ew e ku her pêkhateyekê bixe amûrek û wê bihelînê. Ji ber tirsê malbatê ez fêrî zimanê dayikê nekirim ku  bav û dayika min jî bi zimanê ermenkî nizanin biaxivin. Ne tenê zimanê ermenkî zimanê kurdî jî ditirsiyan biaxivin. Ev encama asîmîlêkirinê ye. Ji bo ez vê bişikînim, niha ez rojê 4 peyvên ermenkî hîn dibim. Yek ji armanca min ew e ku ez zimanê dayikê fêr bibim û ji bo wê jî zêdetir ez dîroka xwe lêkolîn dikim.”

‘DIVÊ NEVIYÊN QURBANIYÊN KOMKUJIYAN JI BERXWEDANÊ RE BIBIN PÊŞENG’

Têkildarî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, Harûn van tiştan dibêje: “Di navbera me û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de kêmtirî 2 km heye. Piştî ew qas komkujiyên li ser gelan taybet pêkhateya Ermen, bi cihgirtina min li vê xeta Eyn Îsa ji bo min gelekî girîng û cuda ye. Piştî komkujiya li ser gelê min pêk hat, divê şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê em pêşeng bin. Ev erka me ya sereke ye. Keyfxweşiya herî mezin li dijî dagirkeran hêza me ye û em xwedî hêz in.”  

Harûn tîne ziman ku di her êrişekê de pêkhateyên bindest tên hedefgirtin û got: “Di hemû êrişên hovane de gelên Aşûrî, Ermen, Suryan bi taybet tên hedefgirtin. Wekî ku sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê yekem gelên Ermen, Suryan û Kurd kirin hedef. Gelek gelê me yê Ermen bi destê DAIŞ’ê hatin qetilkirin, koçberkirin û kiryarên herî qirêjî li ser wan pêk hatin. Dewleta Tirk a dagirker jî bi hedefgirtina pêkhateyên Ermen re dixwaze komkujiya ku dewleta Osmanî nîvçe hiştiye, temam bike. Ji ber wê jî êrişên gelekî hovane ne tenê li ser gelê Ermen, li ser gelê Aşûr, Suryan, êzidî, Kurd û Ereb jî hene. Ev encama yekperestiya dewleta Tirk e.”

‘GER TU BI XWE SERÊ XWE NEXURÎNÎ KES NAYÊ SERÊ TE NAXURÎNE’

Simko Harûn diyar kir ku ev çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker heman çeteyên ku li ser gelê Ermen, Suryan, êzidî komkujî pêk anîn û got: “Em li dijî wan li ber xwe didin û li dijî wan axa xwe diparêzin. Ger tu bi xwe serê xwe nexurînî kes nayê serê te naxurîne.  Ger îro em li gel û axa xwe xwedî dernekevin, kes li me xwedî dernakeve.  Armanca min a sereke tolhildana komkujiyên li ser gelê min e. Em ê pêşî li komkujiyên nû bigirin.  Niha jî dê dîrok binivîsîne ku neviyên komkujiyê li dijî dewleta Tirk li ber xwe didin. Qetlîamên nû di dîroka xwe de em nahêlin bên nivîsandin.” 

‘BERXWEDANA GELÊ ME ENCAMA SERKEFTINÊ YE’

Harûn wiha lê zêde kir: “Rûxmî ew qas êrişan gelê me yê Eyn Îsayê li kelêka şervanên xwe li ber xwe dide, ev jî ji bo me serkeftineke gelekî mezin e. Wekî dayikeke Eyn Îsayê ji min re got ‘yên ku çek rakin û li dijî dagirkeran şer bikin, hûn in’, ev gotina wê dayikê tenê jî dihele ku morala me xurttir bibe.

Simko Harûn banga li hemû ciwanên Suryan, Ermen û Aşûrî kir ku tev li hêzên leşkerî bibin û xewnên bapîr û hemû hevalên wan ên ji bo vê şoreşê şehîd ketine, pêk bînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E5yKAvrC6aU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>