Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin

Kadroyên tenduristiyê yê nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê ji ber vîrusa Koronayê ku bûye pademî ya global tedbîrên pêwîst girt.

Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin
Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin
Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin
Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin
Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin
Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin
Nexweşxaneya Avrîn ji ber vîrusa Koronayê tedbîr girtin
16 adar, 2020   16:12
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX – SÎMAV XELÎL

Ji bo rê girtina li pêşiya vîrusa Korona (Covid-19) kadroyên nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê ya kantona Şehbayê dest bi girtina tedbîrên pêwîst hem ji aliyê hişyarkirinê ji vê vîrusê û hem ji aliyê dezenfektekirina nexweşxaneyê kir.

Pirsporê Mîkrobolojî (mîkrob û vîrus) û serokê Komîteya Awarte ya Nexweşiya Korona di Nexweşxaneya Avrîn de Hogir Ebdo ji ANHA‘yê re axivî û got: " Heta niha li nexweşxaneya Avrîn me ev nexweşî li ser kesekî tesbît nekiriye. Ji beriya du rojan ve me dest bi girtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina ji vê nexweşiyê kiriye. Di vê derbarê de me komîteyek çavdêriyê taybet bi nexweşiya Koronayê ava kir. Komîte ji 4 endaman, jê 2 bijîşkên hundirîn in, yek pirsporê mîkrobolojî û rêveberiyê nexweşxaneya Avrîn pêk tê. Her wiha me biryarnameyek ji bo hemû bijîşk û xebatkarên tenduristiyê re da ji bo maskan û pekilan li xwe bikin."

Ebdo behsa pêngava duyemîn a rêgirtina li ber vîrusa Koronayê kir û got, her 6 saetan tevahî nexweşxaneyê tê dezenfektekirin û wiha domand: "Dermanê ku em li tevahî nexweşxaneyê direşînin ji madeyên dezenfektekirinê pêk tê û ji aliyê pisporan ve bi rêve diçe. Tişta baş e ew ku ev vîrus bi tebeqeyek duhn pêçaye ji ber vê yekê madeyên paqijkirinê yên di malan de dikarin wê tune bikin. Di nava rojekê de me avşo û madeyên paqijiyê li ber deriyên sereke yên nexweşxaneyê danîn, nexweş beriya ku derbasî nexweşxaneyê bibin destên xwe dişon, piştre testa germahiya laş dikin. Her wiha me ekranek danî ye,  tê de hişyarî û çawaniya xweparastinê ji vê nexweşiyê dibêje."

Ebdo di dawiya axaftina xwe de got: "Metirsî nîne, danîne maskan, mayîna di mal de û dûrketina ji deverên qarebalex ji bo rêgirtina li ber vîrusa Koronayê têrê dike."

Komîteya Tenduristiyê ya Şehbayê dê sibe dest bi pêngava dezenfektekirinê li kampên Şehbayê bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vFr9809fhkQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>