Li Minbicê jî hemleya dezenfektekirinê dest pê kir

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê bi hevkariya Şaredariya Gel dest bi hemleya dezenfektekirina saziyan kir û gelek tedbîr ji bo pêşî li belavbûna vîrusa Korona bigirin, girtin.

Li Minbicê jî hemleya dezenfektekirinê dest pê kir
Li Minbicê jî hemleya dezenfektekirinê dest pê kir
Li Minbicê jî hemleya dezenfektekirinê dest pê kir
16 adar, 2020   13:12
MINBIC

Komîteya Tenduristiyê ya Minbic û Gundewarên Wê îro dest bi hemleya dezenfektekirina avahiyên sazî, komîte, akademî, nexweşxaneyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê kir, her wiha li baxên giştî jî derman reşandin.

Hemle dê 3 rojan dewam bike. Di hemleyê de dê hemû saziyên Minbicê werin dezenfektekirin.

Ev hemle wek tedbîrên pêwîst ji aliyê Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin girtin da ku pêşî li belavbûna vîrusa Korona bigirin û negihîje herêmê.

Di vê çarçoveyê de hemû deriyên sînor hatin girtin, her wiha dibistan, zanîngeh û hemû saziyên li herêmê hatin rawestandin.

Li herêmê heta niha tu kes bi vê vîrusê neketiye.

(bx)

ANHA