Li Kampa Waşûkanî bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Korona

Rêveberiya Kampa Waşûkanî û Rêxistina Heyva Sor a Kurd gelek bergirî girtin da ku pêşî li belavbûna vîrusa Korona li kampê bigirin.

Li Kampa Waşûkanî bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Korona
Li Kampa Waşûkanî bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Korona
Li Kampa Waşûkanî bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Korona
Li Kampa Waşûkanî bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Korona
Li Kampa Waşûkanî bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Korona
16 adar, 2020   12:23
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Vîrusa Korona dikare zirarên mezin bi mirovan bike û nîşaneyên wê jî bi sermayê û bêhnvedana teng diyar dibin.

Ji bo pêşîlêgirtina vîrusê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyêdibistan, zanîngeh, kombûn û saziyên fermî girtin da ku mecal li pêş komîteyên bijîşkiyê bê vekirin ku saziyan wek tedbîrekê dezenfekte bikin.

Metirsiyên berbelavbûna vîrusa Koronayê li kampên koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Ew jî ji ber kêmderfetan û bi sedema barê mezin ê li ser pişta Rêveberiya Xweser piştî derketina tevahî rêxistinên mirovî bi destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Kewser Mihemed ji Serêkaniyê û li Kampa Waşûkanî bi cih bûye û wiha got: "Daxwaza me dezenfekte û paqijkirina destavên li kampê ye. Ji ber ku metirsiyeke mezin çêdikin. Pêdivî bi paqijkirin û dezenfekteyê heye."

Li aliyekî din jî koçber ji gundê Menax ê girêdayî Serêkaniyê Kewser Ziyab wiha da zanîn: "Kamp paqij e. Lê pirsgirêka bingehîn destav û serşok bê ser û ber in ku ji wan av diherike konan. Daxwaza me sererastkirina serşok û dezenfektekirina wan e."

Der barê bergiriyan de, endama rêveber a rêveberiya Kampa Waşûkanî Stêr Reşk diyar kir ku gelek bergirî der heqê pêşîlêgirtina vîrusê de girtine. Her wiha dê kombûn li kampê bên qedexekirin, serdan li kampê ji derve û hundir bên qedexekirin û dê dewama dibistanan jî bê rawestandin. Li aliyekî din jî gelek civîn bi rêxistinên herêmî û Desteya Tenduristiyê re ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê girtin.

Stêr Reşk bal kişand ser ku dê derman û madeyên dezenfekteyê li şêniyan belav bikin û dê Desteya Tenduristiyê kampê dezenfekte bike. Stêr bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyan pêşkêşî kampê bikin û kadroyên bijîşkî zêde bikin.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd a li kampê hemleya hişyarkirinê ji şêniyan re der barê çawaniya xweparastina ji vîrusê de pêk anî. Her wiha Heyva Sor a Kurd endam û tîmên xwe li kampê zêde kirin.

(fr)

ANHA