Di çalakiyên dawîn ên HRE’yê de 3 çete hatin  kuştin

Di çalakiyên HRE’yê yên di navbera 4-7’ê Adarê de herî kêm 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Di çalakiyên dawîn ên HRE’yê de 3 çete hatin  kuştin
8 adar, 2020   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê çalakiyên xwe yên rojên dawîn de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek da. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyên wan ên 4 rojên dawîn de herî kêm 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Roja 4’ê Adarê;  çeteyên dagirker xwest êrişê bibin li ser bajarokê Şêx Îsa. Di encama bersivdayîna hêzên me de pevçûn qewimî û çete paşve kişiyan. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Roja 5’ê Adarê; li Ezazê hêzên me li hemberî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet li dar xist. Di encama çalakiyê de tankek hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Roja 6’ê Adarê;

- Li Efrînê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.

- Li Ezazê 2 wesayitên çeteyên dagirker hatin şewitandin.

Roja 7’ê Adarê;

- Li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû. Her wiha wesayitek hat rûxandin.

- Li xeta Babê hêzên me 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di encama wan çalakiyan de 1 çete hat kuştin, 1 çete jî birîndar bû. 

Bi giştî di encama çalakiyên 4 rojan de bi qasî ku hat zelal kirin; 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker di demên dawîn de gundên navçeya Şera, Şêrawa û gundên herêma Şehba bê navber bi obus û hewanan topbaran dike.”