Ciwanên Qamişlo ji bo Ocalan meşiyan

Bi dehan ciwan bajarê Qamişlo, piştî agahiya rûdana şewata li girava Imraliyê cihê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa wî kirin.

Ciwanên Qamişlo ji bo Ocalan meşiyan
27 sibat, 2020   17:18
QAMIŞLO

Meş ji ber navenda ciwanan ber bi çalakiya konvedanê ya ku şêniyên Qamişlo li ber avahiya NY`î lidar xistine ve meşiyan. Ciwanan meşale û pankartên bi nivîsên Em ê destên dirêjî Rêber Ocalan dibin bişkînin hildan.

Ciwanan heya konê çalakiya konvedanê meşiyan, tev li çalakvanan bûn  û sloganên Bê serokê jiyan nabe berz kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V9II2meKQto" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>