Di topbarana li dijî gundê Evdiko Girê Spî de efserekî rejîmê birîndar bû

Hate ragihandin ku di topbarana leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundê Evdiko yê yê rojavayê Girê Spî de efserekî rejîma Sûriyê de birîndar bû.

Di topbarana li dijî gundê Evdiko Girê Spî de efserekî rejîmê birîndar bû
27 sibat, 2020   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya saetekê gundê Evdiko yê Girê Spî topbaran kir. Di topbaranê de nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê hatin hedefkirin.

Hate ragihandin ku efserekî rejîma Sûriyê birîndar bû.

Şevê din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heman gund kirin hedef. Di encamê efserê rejîmê Hesen Ednan Cabir jiyana xwe ji dest da.

ANHA