​​​​​​​Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Reqayê hate lidarxistin

Bi diruşma"Sûriya demokratîk a nenavendî...sepandina Rêveberiya Xweser...geşkirina QSD’ê" kongreya yekemîn a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Reqayê hate lidarxistin.

​​​​​​​Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Reqayê hate lidarxistin
​​​​​​​Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Reqayê hate lidarxistin
​​​​​​​Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Reqayê hate lidarxistin
​​​​​​​Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Reqayê hate lidarxistin
​​​​​​​Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Reqayê hate lidarxistin
26 sibat, 2020   15:08
REQA

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn a xeta gundên rojavayê Reqayê li dar xist. Kongrê li Mezreya Reşîd a gundewarê rojava Reqayê bi beşdariya hejmarek ji nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, rûspiyên eşîrên herêmê û hejmareke mezin ji şêniyên gundawarên rojavayê Reqayê li dar ket.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveber a Meclisa Xeta Rojavayê Reqayê Emel Elî bi xêrhatina beşdaran kir û wiha got: " Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi nêrîna siyasî heye ku azarên di dirêjahiya salên şer de hatin kişandin derbas bike."

Emel Elî wiha da zanîn: "Qurbaniyên ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dane divê badilhewa nebin, divê endamên partiyê rêça şehîdan heta pêkanîna hedefên partiyê bişopînin."

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Receb Muşrif perspektîvên siyasî û rêxistinê yên partiyê eşkere kirin û ev tişt got: " Qada Sûriyê êş kişand û hê jî ji ber destwerdana dewletên derve ya bi hewldana jevkirina şêniyên Sûriyê ji bo xizmetên xwe, dikişîne."

Muşrif destnîşan kir ku: "Dewleta Tirkiyê hê jî piştevaniya çeteyên xwe dike ku ajandeyên xwe li herêmê pêk bîne û hewl dide tevan bixapîne ku tekane parêzvanê wan e."

Muşrif got, perspektîvên rêxistinî li ser pêwîstiya rêxistina endaman ên partiyê li gorî mekanîzmaya xebata rêxistinî bûn ku weke partiya gelêrî berjewendiyên giştî yên civakê pêk bîne.

Receb Muşrif anî ziman  ku rêvebirina rêxistinê bi çareserkirina şaneya herî biçûk a rêxistînî dest pê dike ku tevahî pirsgirêkên ku li pêş partiyê astengdar in, mîna nexweşiya desthilat û takakesî ye û bi perwerdeya îdeolojî pêkan e.

Piştre serok şaxa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê û Gundewarên Abdullah El-Şiblî rewşa siyasî şîrove kir û wiha da zanîn: "Tişta herî balkêş e ku DYA’yê bi hêzeke mezin piştî dorpêçkirina rola Amerîkayê di dema êrişkirina dewleta Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de vegere qada Sûriyê û herêmê."

Abdullah El-Şiblî destnîşan kir ku serdanên berpirsên Amerîkayê di dema borî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vejandina koordîn û xebata bi QSD’ê re ku şirîkê rastîn û aktîv di şerê li dijî terorê de ye.

Dûvre endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sened El-Hemed xebatên ku partiyê di demên borî de ku komîteya xeta rojava pêk anîne pêşkêş kirin, her wiha gelek çalakiyên bi hedefa danasîna partiyê û tevlêbûna 400 endaman li partiyê jî eşkere kirin.

Piştî axaftinan meclisa xeta rojava ya partiyê hat hilbijartin, Nesrîn Suleyman bû serokê partiyê û Ehmed El-Dêf jî bû cîgirê meclisa navçeyê, her wiha 21 endam ji bo nûnerên meclisa navçeya xeta rojava hatin hilbijartin.

Di dawiya kongrê de seroka Meclisa navçeya xeta rojava Neserîn Suleyman encamname xwend, tê de li ser pêşxistina partî û belavkirina fikra wê ku têkeve xizmeta yekitiya xaka Sûriyê hat pişrastkirin.

Her wiha tevahî beşdaran gotoin çareya siyasî ya aloziya Sûriyê bi sponseriya navdewletî pêwîst e û çareya yekane siyasî ye.

(fr)

ANHA