Li Xirbet Şiîr 7 karker ji ber teqîna mayina çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn

Karkerên werşeya kehrebeyê li gundê Xirbet Şiîr bi sedema teqîna mayina çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li herêmê hatiye çandin, birîndar bûn.

Li Xirbet Şiîr 7 karker ji ber teqîna mayina çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn
26 sibat, 2020   12:52
HESEKÊ

Îro tîma sererastkirina torên kehrebeyê derket ku  torên kerhebeyê yên li gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê bi sedema topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên zirar dîtine, sererast bike.

Di dema gihîştina tîmê ya gundê Xirbet Şiîr ya dûrî bakurê navçeya Til Temirê ku bi 12 km dikeve navbera navçeyên Til Temir û Zirganê, mayina çandî bi erebeya karkeran de teqiya.

Çavkaniyan ji ANHA’yê re ragihand ku di encama teqînê de 7 karker birîndar bûn û rewşa wan ji bilî karkerekî ku parçe li çavê wî ketiye, aram e. Birîndar rakirin nexweşxaneya Til Temirê.

(fr)

ANHA