Erdogan: Têkildarî rewşa Idlibê me tu piştgirî ji DYA`yê wernegirtiye

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan têkildarî rewşa Idlibê ragihand ku wan tu piştgirî ji DYA`yê wernegirtiye.

Erdogan: Têkildarî rewşa Idlibê me tu piştgirî ji DYA`yê wernegirtiye
26 sibat, 2020   12:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Erdogan dema ji Azerbeycanê vedigeriya ji rojnemevanan re got: "Heta niha piştgirî tune ye lê dê careke din pêwîstiya me bi dan û standinên bi Trump re çêbe.”

Erdogan têkildarî rewşa Idlibê got hîn jî Enqereyê di dan û standinên bi Moskovê re encamên baş qezenc nekirine û li herêmê amade ye dest bi operasyonê bike. Senaryoya ku ji hêla berdevkê Serokkomariya Rûsyayê Dmitry Peskov ve bi nav kir, ku wekî ya herî xirab e.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Haikou Maas jî ragihand ku wezîrên karên derve yên 14 dewletên Yekitiya Ewropayê daxwaza bidawîkirina şerê li Idlibê kiriye.

Maas bi twîttekê got: "Em rejîma Sûriyê tevî 13 hevalbendan û kesên piştgiriyê didin rejîmê, ku vegerin agirbestê."

Hêjayî gotinê ye ku wezîrên karên derve yên Fransa , Îtalya, Hollanda, Spanya, Portekîz, Belçîka, Estonya, Polonya, Lîtvanya, Swêd, Danîmarka, Fînlandiya û Îrlandayê daxuyanî îmze kirine.

Ev geşedan beriya ku şandeya rûsî bigihîje Tirkiyê pêk hatin.

(eh)