Hunermendê Kurd Seîd Yusif koça dawî kir

Hunermendê Kurd Seîd Yusif(74) ku ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Tirkiyê de bû, îro jiyana xwe ji dest da.

Hunermendê Kurd Seîd Yusif koça dawî kir
26 sibat, 2020   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hunermend û muzîkjenê Kurd ê bi nav û deng Seîd Yusif(74) di nexweşxaneyeke Tirkiyê de koça dawî kir.

Hunermend Seîd Yusif ji beriya çend mehan ve li nexweşxaneyeke Tirkiyê dihat dermankirin.

Seîd di sala 1947`an li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û ji 18 saliya xwe dest bi hunerê kir û bi sedan stran çêkirin.

Hunermendê Kurd Seîd Ysif piştî muzîkjenê navdar Mihmed Abdulkerîm wefat kir, bi(Mîrê bizqê)hate naskirin.

(eh)

ANHA