Li Şedadê turnuvayê dest pê kir

Yekitiya Mamostayan bi armanca  kifşkirina hin behreyan tîmeke taybet a dibistanên navçeya Şedadê ava kir û dê beşdarî maça li ser asta herêma Cizîrê bibe.

Li Şedadê turnuvayê dest pê kir
Li Şedadê turnuvayê dest pê kir
Li Şedadê turnuvayê dest pê kir
Li Şedadê turnuvayê dest pê kir
Li Şedadê turnuvayê dest pê kir
26 sibat, 2020   09:54
HESEKÊ

Yekitiya Mamosteyan li gerînendeya Şedadê turnuvaya bi beşdariya ji 12 tîman ji navçeya Şedadê, gundewarên wê weke Herîrî, Ebdan, Cermiz û Ebû Faris pêk tê, li dar xist.

Turnuvaya ku dê 10 rojan berdewam bike, bi maça tîma Herîrî û Şedadê dest pê kir û bi serketina 3 golan a tîma Herîrî bi dawî bû.

Endamê Yekitiya Mamosteyan ê gerînendeya Şedadê, Elî Cerad bal kişand ser girîngiya kifşkirina behreyên nû yên mamosteyên navçeyê û bilindkirina moralê mamosteyan. Cerad anî ziman ku turnuva dê 10 rojan dewam bike, di dawiyê de dê tîma serkeftî, baştirîn lîstikvan, baştirîn pasdar û tîma di asta duyemîn de  werin hilbijartin.

Cerad got ji bo hilbijartina baştirîn lîstikvanî dê komîteya çavdêriya lîstikvanan hebe û dê tîma beşdarî turnuvayên herêma Cizîrê bibe, were avakirin.

Her wiha mamoste Ehmed Weys axivî û got: "Mîna van turnuvayan asta bedenî ya mamosteyan bilind dike."

Weys di dawiya axaftina xwe de hêviya avakirina turnuvayên basketbolê, kişik û lîstikên din kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cgW0r0nSFz8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>