Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû

Di dawiya Kongreya 8`an a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de 90 endamên Meclisa Giştî û 7 endamên Komîteya Displînê hatin hilbijartin.

Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
Kongreya 8`an a PYD’ê bidawî bû
25 sibat, 2020   22:00
QAMIŞLO

Piştî hilbijartina Enwer Muslim û Eyşe Hiso wek hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk, 90 endamên Meclisa Giştî ya partiyê hatin hilbijartin; 41 endamên herêma Cizîrê, 18 endamên herêma Firatê, 14 endamên herêma Efrînê, 6 endamên bajarê Helebê, 9 endamên Ewropa, endamek Lubnan û endamek ê Îmaratê.

Duh êvarê Kongreya 8`an  a Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Bi yekitiya demokratîk re em dagirkeriyê tune dikin, Rêveberiya Xweser pêş dixin û Sûriyeyek demokratîk ava dikin” li dar ket. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê tev li kongreyê bûn. Her wiha nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk, Heyet Tensîq a Watanî-Tevgera Guhertin, Partiya Yekîtiya Suryan, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên siyasî û civakî, nûnerên partiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên rêxistinên jin û ciwan, êlên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademisiyan wek mêvan tev li kongreyê bûn.

Piştî hilbijartina hevserokatiya partiyê, endamên Meclisa Giştî ya partiyê hatin hilbijratin. Her wiha delegeyên kongreyê biryar dan ku hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê li şûna 49 bibe 90 endam. Her wiha endamên Desteya Rêveber li şûna 13 bibin 20.

Kongreya 8`an a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi hilbijartina 7 endaman wek Komîteya Displînê bidawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6GgXKrgFKRw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>