Nuqteya tenduristiyê ya Kampa Erîşa alîkariyê bi koçberan re dike

Nuqteya tenduristiyê ya li kampa Erîşa xebatên tenduristiyê û derman bê pere, ji zêdetirî 14 hezar koçberan re pêkêş dike. Ji aliyekî din ve endamê rêveber ê kampê, bang li rêxisitnê mirovî kir ku di warê tendurisiyê de desteka wan bikin.

23 sibat, 2020   06:29
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Zêdetirî 14 hezar koçber ji gelek parêzgehên Sûriyê û koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kampa Erîşa ya girêdayî kantona Hesekê dimînin. Ew koçber ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, şerên di navbera rejîma Sûriyê  û çeteyan de ji warên xwe koçber bûne.

Kamp bi 30 km li başûrê bajarê Hesekê ye. Heyva Sor a Kurd di kampê de nuqteyek tenduristiyê vekiriye. Ev nuqte li gorî derfetan xebatên tenduristiyê pêşkêş dike.

Nuqteya tenduristiyê ji  gelek beşan pêk tê; hundirîn, zarok, jin û destwerdana lezgîn. Nuqte haletên giran vegdiguhêzîne nexweşxaneyên kanatona Hesekê.

Koçberê bi navê Rakan El-Ibêd got: “Nuqteya tenduristiyê xebatên xwe li gorî derfetên heyî bê pere pêşkêş dike. Nexweş li nuqteyê tên dermankirin, lê ger rewşa nexweş giran bû tê şandina nexweşxaneyên Hesekê. Piştre vedigerînin kampê.”

Endamê Meclisa Kampê Hesen El-Hac spasiya keda xebatkarên tenduristiyê nuqteyê kir.

Hevserokê Rêveberiya Kampê Zahir El-Xerbî destnîşan kir ku ger kêmasî di nuqteyê de çêbibe, ew jî ji ber ku rêxistinên mirovî desteka nuqteyê nake. Ev nuqte di nav kampê de ya tekane ye.

El-Xerbî diyar kir ku pêwîstiya nuqteyê bi desteka rêxistinan heye. Her wiha desteka Heyva Sor a Kurd li gorî derfetan e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DoIy6xQfn2s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>