Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn

Akademiya Şehîd Elî Mulhim a Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro 2 dewreyên Hêzên Ewlekarî û Hêzên Hawarî bi merasîmekê bi dawî kirin.

Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
Li Tebqayê du dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî bi dawî bûn
22 sibat, 2020   12:36
TEBQA

Dewreya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bi navê Şehîd Îbrahîm El-Cerah ku tê de 32 endamên xort û keç hebûn, ji bo perwerdekirina kadroyên rêveber bû. Dewre 45 rojan dom kir. Her wiha dewreyeke din a Hêzên Hawarî ya bi navê Şehîd Mihemed Faris ku tê de 30 endam hebûn bi dawî bûn û 45 rojan berdewam kir. Di her du dewreyan de endaman waneyên leşkerî û siyasî standin.

Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec, hevserokên Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesreb Hesûn û Mezlûm Umer, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Tebqa û Reqayê amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî û sondxwarinê dest pê kir. Piştre hevserokê Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Mezlûm Umer b bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser ku divê endamên dewre bi dawî kirine tevahî waneyên ku wergirtine derbasî pratîkî bikin, parastina herêm û ewlehiya şêniyan bikin.

Ji aliyê xwe ve jî endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Mihemed Oso axivî û soza şopandina reça şehîdan da û wiha anî ziman: "Dê parastina erd û rûmeta xwe li hember her dijimatiyekê bikin."

Li aliyekî dîtir jî endama rêveber a Akademiya Şehîd Elî Mulhim Leyla Mihemed li ser girîngiya dewreyê axivî.

Dûvre endamê rêveber ê Hêzên Hawarî yên herêma Reqayê Ramiz Elî li ser rola Hêzên Hawarî ya mezin di parastina ewlehî, aramiya herêmê û parastina sivîlan de axivî û piştrast kir ku vekirina mîna van dewreyan pêngaveke erênî ya li hember her komployeke li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, ye.

Merasîm bi wergertina endaman a bawername bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L9XKlkkvwXg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>