Êrişên artêşa Tirk ji proseya perwerdê re nebûn kelem

Ji destpêka Şoreşa Bakurê Sûriyê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê proseya perwerdê di gelek qonaxan re derbas bû. Şoreşa perwerdê li herêmên Rêveberiya Xweser di navenda krîza Sûriyê de derket û bi awayek berbiçav pêş ket.

Êrişên artêşa Tirk ji proseya perwerdê re nebûn kelem
Êrişên artêşa Tirk ji proseya perwerdê re nebûn kelem
Êrişên artêşa Tirk ji proseya perwerdê re nebûn kelem
Êrişên artêşa Tirk ji proseya perwerdê re nebûn kelem
18 sibat, 2020   06:55
HESEKÊ- OLVA HEC MENSÛR

Tevî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, proseya perwerdê berdewam e û pêşketin bi xwe anî. Lewma sala 2019-2020`an  tevî ku êrişên artêşa Tirk biratiya gelan dikir armanc, da ku çand û zimanê pêkhateyan derbe bike, saleke serkeftî bû.

Navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye û 75 km dûrî bajarê Hesekê ye. Navçeya Dirbêsiyê beriya çend mehan rastî êrişên artêşa Tirk hat. Li navçeya Dirbêsiyê pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryaniyên bihev re dijîn. Her pêkhateyek bi zimanê dayîka xwe perwerde dibe.

Hejmara dibistanên li navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê 125 dibistan e û 13 dibistan li hundirê navçeyê ne. Hejmara xwendekaran bi giştî 8 hezar xwendekar in. Hejmara xwendekarên qonaxa seretayî yên ku bi zimanê Kurdî fêr dibin 3 hezar û 800 xwendekar in. Hejmara xwendekarên bi zimanê Erebî perwerde dibin 2 hezar û 277 in. Her wiha xwendekarên qonaxa navîn ên ku bi zimanê Kurdî fêr dibin 990 xwendekar in û yên Ereb jî 369 xwendekar in. Hejmara xwendekarên qonxaxa amedeyî 416 xwendekar bi zimanê Kurdî fêr dibin û 72 xwendekar jî bi zimanê Erebî fêr dibin. Hejmara mamosteyan jî hezar û 50 mamote ye.

Li navçeya Dirbêsiyê di demsala havînê de hemû mamoste di perwerdeya avakirina mamosteyan re derbas dibin, da ku proseya perwerdê baş fêr bibin û paşê xwendekaran baş perwerde bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji beriya çand salan xwendekar li şûna ezmûnên dawî li ser bingeha nirxandinan têne taqîbkirin. Li ser vî esasî asta serkeftin û binketina xwendekaran diyar dibe, li gel vê yekê xwendekar li gorî saetên dewamkirina li dibistanê, reftar û beşdarbûna ji waneyan re têne nirxandin.

Rêveberan ji ajnasa me re diyar kirin ku piştî bi pisporên Desteya Perwerdê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema nirxandinan hate nîqaşkirin, ev gav hate avêtin.

Rêvebera Komîteya Rêvebirina Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê Ezîza Emîn anî ziman ku perwerde ji bo pêşketina civakê girîng e.

Ezîza bal kişand ser rewşa perwerdeyê li gelê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: "Arêtşa Tirk rasterast dibistan dikirin armanc, lewma li navçeya Dirbêsiyê çend rojan dibistan hatin girtin, lê paşê me dema qonaxa yekemîn dirêjtir kir."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/roNanoJBNPE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>