Giêt: Fîlandiya avakirina dadgehek taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê erê dike

Cîgirê hevserokên Dayîraya Têkiliyên Karê Derve Fener Giêt Fener got: “Wezareta Karê Derve ya Fînlandayê, avakirina dadgeheke taybet bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê erê dike. Dê têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Rêveberiya Xweser û Fînlandayê de bidomin.”

Giêt: Fîlandiya avakirina dadgehek taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê erê dike
6 sibat, 2020   05:16
QAMIŞLO-SÎMA BIROKA-EKREM BEREKAT

Şandeyek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana komara Fîlandayê kir. Şande ji serokê Dayîreya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer, heveroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, cîgirê hevserokên Dayîraya Têkiliyên Karê Derve Fener Giêt û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li dewletên Skandînavya Şiyar Elî, pêk dihat.

Têkildarî hevdîtina di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Wezîrê Karê Derve yê Fîlandayê Pekka Haavisto de, cîgirê hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve Fener Giêt ji ajansa me re axivî.

Giêt di destpêka axaftina xwe de got: “Hikumeta Fîlandayê fermî vexwendname bi rêya Wezareta Karê Derve ji Rêveberiya Xweser re şand. Li ser vî esasî şandeyek Rêveberiya Xweser serdana Fîlandayê kir.”

Giêt diyar kir ku  Wezîrê Karê Derve yê Fîlandayê Pekka Haavisto li navenda Wezareta Karê Derve pêşwaziya şandeya Rêveberiya Xweser kir.

Giêt destnîşan kir ku hevdîtin zêdetirî saet û nîvekê berdewam kir, her du aliyan bal kişandin ser rewşa siyasî, leşkerî, aborî, mirovî, rêbazên çareseriya aloziya Sûriyê bigiştî û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet.

Têkildarî gotobêjên di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û Wezîrê Karê Derve Pekka Haavisto de Giêt wiha got: “Wezîrê Fîlandayê spasiya kar û xebata Rêveberiya Xweser û têkoşîna QSD`ê li dijî terorîstan dayî meşandin kir. Me rewşa Rêveberiya Xweser, êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkeriya artêşa Tirk a li xaka Sûriyê û bandora şer li herêma bi ewle û armam, rewşa aborî, gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareseriya siyasî ya têkildarî aloziya Sûriyê bigiştî û pêşniyarên Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, nîqaş kirin.”

‘PIŞTÎ ÊRIŞAN, FÎLANDAYÊ TÊKILIYÊN XWE YÊN LEŞKERÎ BI TIRKIYÊ RE QUT KIRIYE’

Fener Giêt îşaret bi helwesta hikumeta Fîlandayê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha da zanîn: “Wezîrê Karê Derve yê Fîlandayê diyar kir ku ji saetên destpêkirina şer ve hikumeta Fîlandayê êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Piştî êrişan yekser têkiliyên xwe yên leşkerî bi Tirkiyê re qut kir.”

Giêt amaje bi hebûna çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Me di hevdîtinê de diyar kir ku li cem me hejmarek çeteyên DAIŞ`ê, zêdetirî 8 hezar zarok û zêdetirî 4 hezar jinên DAIŞ’î hene. Di heman demê de me got ku ew ji 53 dewletan hatine, jixwe Fîlanda yek ji van dewletan e. Ev êşeke navdewletî ye, lewma divê çareseriyeke navdewletî were dîtin.”

Giêt axaftina xwe wiha domand: “Rêveberiya Xweser bal kişand ser girîngiya çareseriya dosyaya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan. Her wiha şandeyê amaje bi bangên ji dewletên cîhanî re kir ku welatiyên xwe werbigirin. Cihê mixabiniyê ye ku gelek dewletan bangên wergirtina welatiyên xwe bi cih nenîn. Di milê dîtir de me got, ku heta niha me ji sedî 10 zarok radestî welatên wan kirine, her wiha me bal kişand ser girîngiya çareseriya dosya çeteyan û zexta li ser dewletan, da ku welatiyên xwe werbigirin.”

‘FÎLANDIYA AVAKIRINA DADGEHEK TEYBET JI BO DARIZANDINA DAIŞ`Ê ERÊ DIKE’

 Fener Giêt got: “Wezîrê Karê Derve yê Fîlandayê avakirina dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê erê kir. Me nêrînên xwe bi hikumeta Fîlandayê re parve kirin û di aliyên qanûnî de alîkarî xwest. Her wiha me got ku divê dadgehkirina çetayan eşkere û li pêşberî raya giştî pêk were. Da ku çete bi awayekî adilane werin darizandin.”

Giêt diyar kir ku rêveberiyê di nava civînê de, rewşa mirovî û rewşa koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegot. Giêt got: “Me pisgirêka koçberên li hundirê Sûriyê parve kirin. Zêdetirî nîv milyon koçber li herêmê hene. Li gel vê yekê şêniyên herêmê jî hejmara wan derdora 6 milyon welatî ye û rewşa aborî ya Sûriyê bigiştî kambax e. Lewma me got, divê hûn zextê li rêxistinên mirovî bikin, ku alîkariya koçberan bikin û Rêveberiya Xweser re alîkar bin. Wezîrê Karê Derve soz da ku van nîqaşan bihigînin aliyên peywendîdar, dewletên aşitîhez û Yekîtiya Ewropa ku Fîlandayê endamekî wê ye.”

Cîgirê heverokê Daîreya Têkiliyên Karê Derve Fener Giêt diyar kir ku ev cara yekemîn ku şandeya Rêveberiya Xweser serdana Fîlandayê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di qada diplomatik de ev gaveke baş bû û dê hevdîtinên wiha di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fîlandayê berdewam bikin. Di vî milî de wezîrê Karê Derve yê Fîlandayê jî hêviya berdewamiya hevdîtinên diplomatik ên her du aliyan kir.”

Têkiliyên diplomatik ên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fîlandayê de, piştî 22’ê Kanûna 2019`an Balyoz û nûnerê Fîlandayê Juicer Turner ê li NY`yê serdana herêmê kir, pêş ketin. Paşê Fîlandayê bi awayekî fermî 2 zarokên fîlandî yên DAIŞ`ê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtin.

(eh)

ANHA