Gotina beriya şehadetê: Dewleta Tirk sivîlan hedef digire

Şehîdê sivîl Elî Menla beriya şehadetê bi çend hefteyan ji ajansa ANHA’yê re piştrast kiribû ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan hedef digire, her wiha şehadeta wî ya duh bû delîlek ji tevahî cîhanê re.

Gotina beriya şehadetê: Dewleta Tirk sivîlan hedef digire
Gotina beriya şehadetê: Dewleta Tirk sivîlan hedef digire
Gotina beriya şehadetê: Dewleta Tirk sivîlan hedef digire
Gotina beriya şehadetê: Dewleta Tirk sivîlan hedef digire
4 sibat, 2020   11:54
EFRÎN-CAFER CAFO

Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeyên Şêrawa û Şera û herêmên kantona Şehbayê bi hedefa koçberkirina şêniyên herêmê û valakirina kantonê, topbaran dike.

Dîsa di berbanga duh de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û moşekan heman herêm topbaran kir. Di encama topbaranê de, şêniyê bi navê Elî Menla yê ji gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa şehîd bû û her wiha ev cara duyemîn e ku dewleta Tirk mala wî topbaran dike.

Şehîd Elî Menla bi nasnav Ebû Şeîbo, dema ku di berbangê de rabû ku nimêjê bike, moşek li mala wî ket û di encamê de şehîd bû.

Şehîd Elî Menla di hevpeyvîneke li gel ajansa me ya ANHA’yê ya berê de piştrast kiribû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, gundên ku tê de şênî hene bê navber topbaran dike, ew jî bi hedefa valakirina herêmê ji şêniyan. Lê belê şênî bi girêdana axê ve bi israr in û sedem çi dibin bila bibin, koçber nabin.

Menla wiha pirs kiribû: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çi ji sivîlan dixwazin? Em li ser vê xakê ne û jê koçber nabin, ji ber ku em xwediyên maf û xakê ne, amade ne di ber de şehîd bibin û dev jê bernadin."

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî malên sivîlan, duh Elî Menla şehîd bûbû. Bi wê re jî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan li hember tevahî cîhanê ku berpirsyarî û erkên xwe yên exlaqî li hember şêniyên Efrîna dagirkirî pêk naynin, eşkere dibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nIH_FinK8rs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>