Nûnerê Lîbyayê yê Nîjerê ji hikumeta El-Sîrac veqetî

Nûnerê Lîbyayê yê Nîjerê ragihand ku ew ji hikumeta Fayiz El-Sîrac ya li Terablusê veqetiye, her wiha piştgiriya xwe ji artêşa nîştimanî ya Lîbyayê re ragihand.

Nûnerê Lîbyayê yê Nîjerê ji hikumeta El-Sîrac veqetî
3 sibat, 2020   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Abdullah Beşîr di dîmenekê de ku li ser malpera Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê hate weşandin, got ji ber rewşa awarte ku welatê wî tê re derbas dibe û di dema "hewldana rewakirina dagirkirirna biyanî" de wî ev biryar daye û bal kişand ser daxwaza hikumeta El-Sîrac a destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk.

Beşîr diyar kir ku hikumeta El-Sîrac êdî girêdayî hêzekê ye ku dixwaza aramî û ewlehiya Lîbyayê têk bibe û biryara nîştimanî ya welêt binpê bike.

Nûnerê Lîbyayê her wiha piştgiriya rewabûna gelê Lîbyayê ji meclisa parlemanteran û hikumeta wê re tekez kir û wiha axivî: "Di vir de divê ez tekez bikim ku ez nûnertiya hemû herêmên dewleta Lîbyayê dikim."

Abdullah Beşîr wiha lê zêde kir: "Ez piştgiriya artêşa nîştimanî li dijî terorê û mîlîsan û yên derveyî qanûnê dikim. Ev yek rê li pêşiya hilbijartinên azad û avakirina dewleteke qanûnê û saziyan, her wiha vegerandina serwerî û giraniya dewletê û serdemeke pêşketinê û îstiqrara demdirêj vedike."

(cx)

ANHA