Rûsyayê Erdogan derewand: Balafirên Tirkiyê asîmanên Sûriyê derbas nekirin

Navenda Rûsyayê ya Lihevanînê ya li Sûriyê îdiayên serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên der barê ragihandina wî ya bombebarankirina nuqteyên rejîmê derewandin û piştrast kir ku balafirên dewleta Tirk asîmanên Sûriyê derbas nekirin û nuqteyên rejîmê nehatin bombebarankirin.

Rûsyayê Erdogan derewand: Balafirên Tirkiyê asîmanên Sûriyê derbas nekirin
3 sibat, 2020   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Rûsyaya ya Lihevanînê ya li Sûriyê vê sibehê bi daxuyaniyekê wiha eşkere kir: "Yekîneyên ji hêzên dewleta Tirk di şeva berê de hin tevger di hundirê Idlibê de pêk anîn, bêyî tu agahî bidin aliyê Rûsyayê, her wiha hêzên hikumeta Sûriyê terorîstên li herêma rojavayê bajarokê Seraqibê hedef girtin, bi vê yekê jî yekîneyên Tirk jî ji aliyê hêzên hikumeta Sûriyê ve hatin hedefgirtin."

Daxuyaniyê diyar kir ku li gorî agahiyên heyî, hejmarek ji leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn û hêzên Rûsyayê û fermandariya Tirkiyê da ku şer li hember hev çênebin, di têkiliyan de ne û bergiriyên veguhastina birîndaran li xaka dewleta Tirkiyê hatin girtin.

Daxuyaniyê wiha îşaret pê kir: "Hêzên asîmanî yên Rûsyayê asîmanên herêma Idlibê bê navber dişopînin û balafirên şer ên dewleta Tirk sînorê Sûriyê derbas nekir û her wiha tu derbe li dijî nuqteyên hêzên Sûriyê jî pêk nehatin."

Li aliyekî din jî Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku di encama bombebarana hêzên rejîmê li dijî bejahiyên Idlibê de 4 leşkerên wan hatine kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî bûyerê gotibû "Enqere bersiv li dijî leşkerê Sûriyê da û bi dehan nuqte bi topbaran û bombebaranan hedef girtin” û hişyarî da ku dê êrişên artêşa dewleta Tirk li Sûriyê bidomin.

(fr)