Meclisa Leşkerî ya Minbicê bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên dagirkirî kir ku vegerin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyeke nivîskê weşand, tê de bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, kir ku vegerin bajarên xwe û piştrast kir ku dê garantiyê ji kesên vegerin re dabîn bike.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên dagirkirî kir ku vegerin
3 sibat, 2020   13:02
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir û tê de wiha got: "Divê berpirsyariyên exlaqî bi rêya hişyarkirina şêniyan ji lîstik û derfetgirtina dewleta Tirk a dagirker li herêmên Dirî El-Firat û herêmên dîtir ên li Sûriyê hatine dagirkirin, pêk bînin, da ku şêniyan neçar nekin ku bikevin nav komên leşkerî yên terorî ku berjewendiyên wan ên qewmî yên Osmanî pêk bînin.”   

Meclisê di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku di 25’ê vê Çileyê de civînek li dar xistiye û tê de biryar daye ku bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên Dirî El-Firat bike ku vegerin Minbicê û dê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Gundewarên Wê garantiya wan dabîn bike.

Meclisê wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Kesên ji endamên çekdar ên li herêma Dirî El-Firat bixwazin vegerin jiyana xwe ya sivîl, em wê wek mafekî xwezayî dibînin û her wiha kesên bixwazin tev li hêzên meclisê bibin da ku parastina gel û şêniyên xwe bikin, deriyên saziyên me yên leşkerî yên Minbicê jê re vekirî ne û ew jî bi rêya hevkariya bi Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê pêkan e."

(fr)

ANHA