Asya Abdullah: Heta ku dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka me bidome, tu aştî li Sûriyê pêk nayê

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah got dewleta Tirk hewl dide pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û xetereya DAIŞ’ê jî hê heye û her wiha bang kir ku têkoşînê bilind bikin û rêxistina jinan li hember van xetereyan geş bikin.

Asya Abdullah: Heta ku dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka me bidome, tu aştî li Sûriyê pêk nayê
3 sibat, 2020   11:33
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkê Legê civîna salane ya Kongreya Star bi beşdariya nûnerên rêxistina Kongreya Star ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikeve. Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah di destpêka civînê de axivî.

Asya Abdullah lidarxistina civîna salane pîroz kir û bang li berfirehkirina rêxistin û bilindkirina têkoşînê ya îsal ki da ku destkeftiyên gel û şehîdan bên parastin.

Asya Abdullah behsa rewşa şer, nakokî û êrişên li herêma Rojhilata Navîn kir û wiha got: "Rojhilata Navîn a ku dergûşa şaristanî û çandan e, bi rojane rastî êrişên mezin ên leşkerî, civakî, çandî û siyasî tê. Tevahî pirsgirêkên ku civakên Rojhilata Navîn dikişînin bi encama zîhniyeta desthilatê ya ku li dijî jiyana hevbeş û vîna gelan pêk tê. Her wiha ev desthilat bûn sedema parçekirina gel, çewisandina azadî û desthilatdariya li dijî jinan."

Asya Abdullah bal kişand ser têkoşîna ku jin û gelên azadîxwaz li dijî van êrişan pêk tînin û wiha anî ziman: "Îro jin pêşengiya têkoşînê li Rojhilata Navîn li dijî peyman, xetere û êrişan dikin."

Asya bang kir ku têkoşîn, xebat û rêxistinê bi hêz bikin, da ku li hember xetereyên hundirîn û derve bisekinin ku vîna wan dike hedef û her wiha bang li bilindkirina têkoşînê bi rih û vîna jiyana hevbeş a biratiya gelan kir da ku destkeftiyên gel bên parastin.

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE PERGALA DEMOKRATÎK TÊK BIBE Û XETEREYA DAIŞ’Ê DIDOME'

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide ji nû ve çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîne û wiha got: "Dewleta Tirk bi israr e ku pergala demokratîk a li herêmên me têk bibe. Ji lew re xetereya DAIŞ’ê li dijî gelê me li dar e. Dewleta Tirk tevahî şêweyên binpêkirin û êrişên li dijî gelê me pêk tîne, tundiyê li dijî jin, zarok û mirovahiyê pêk tîne û dikuje, demografiya Sûriyê diguherîne û malbatên çeteyên DAIŞ’ê li malên şêniyên me bi cih dike."

Asya Abdullah got rêbaza pêkanîna aştî û demokrasiyê li Sûriyê bi derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê ve girêdayî ye û bang li tevahî hêzên aktîf kir berpirsyarên xwe li hember derxistina dewleta Tirk a dagirker pêk bînin.

Girêdayî mijarê Asya wiha domand: "Tevahî hêzên ku angaşt dikin ku hewl didin aloziya Sûriyê çareser dikin, divê sînorekê ji binpêkirinên dewleta Tirk re deynin û di vê çarçoveyê de ji Rûsyayê re ya ku li gorî peymanên parastin û yekitiya xaka Sûriyê li ser xaka me ye, dibêjin ku erka xwe ya parastina gelê Sûriyê pêk bîne, êrişên wê rawestîne û dagirkeriyê bi dawî bike."

Asya Abdullah li dawiyê bang li tevahî civakan kir ku bixebitin da ku xwe bigihînin biryarên mîsogeriya parastina gel.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VHtl2a4VWEA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>