Stasyona Minbicê jeneratoreke nû dixe xizmetê

Da ku kehrebe 24 saetan hebe, şîrketa kehrebeyê ya Minbicê hewl dide jeneratoreke nû bixebitîne.

Stasyona Minbicê jeneratoreke nû dixe xizmetê
Stasyona Minbicê jeneratoreke nû dixe xizmetê
Stasyona Minbicê jeneratoreke nû dixe xizmetê
3 sibat, 2020   11:30
MINBIC- SELWA EBD EL-REHMAN

Piştî karê 3 mehan, şîrketa kehrebeyê ya bajarê Minbicê dê jeneretoreke kehrebeyê (elektrîk) ya nû li stasyona kehrebeyê ya bajarê Minbicê bixebitîne. Heta niha stasyona kehrebeyê li Minbicê bi du jeneratoran kar dike ku hêza wan 50 megawatt  (MW) e. Dê hêza jeneretora sêyemîn jî 20 MW be.

Ev gav li ser daxwaza şêniyên bajêr û pêwîstiya wan bi kehrebeyê pêk hat. Nexsim piştî ku di demên dawî de ji ber bicihbûna koçberên ji hemî devrên Sûriyê li bajarê Minbicê, hejmara xelkê bajêr zêde bû.

Tê payîn ku jeneretora nû di çend rojên pêş de bikeve xizmetê da ku zextê li ser torên din ên stasyona kehrebeyê ya Minbicê kêm bike.

Hevserokê şîrketa kehrebeyê ya Minbicê Xalid Mihemed wiha got: "Ev gav li ser daxwaza şêniyan pêk hat. Nexasim piştî ku hejmareke mezin ji koçberan li bajêr bi cih bûn, zexteke mezin li tora kehrebeyê kir. Ji ber vê yekê şîrketa kehrebeyê li bajarê Minbicê hewl dide kehrebeyê bi awayekî domdar bigihîne hemî malên bajêr."

23 çavdêr, endezyar û karmendên din ku li ser du beşan kar dikin, karê li stasyonê kehrebeyê bi rêxistin dikin.

Stasyona Minbicê sala 1987’an bi stasyoneke bi hêza 10 MW kete xizmetê û kehrebe dida bajêr û gundan. Piştre stasyoneke din bi hêza 40 MW hate xebitandin. Her du stasyon ta niha di xizmetê de ne û kehrebeya bajêr peyda dikin.

(cx)

ANHA