Viyan Soran li gelek navendan hat bibîranîn

Têkoşer Viyan Soran di salvegera şehadeta xwe ya 14‘emîn de li gelek navendan hate bibîranîn.

2 sibat, 2020   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 14‘emîn a şehadeta Leyla Walî Huseyên Viyan Soran e. Şehîd Viyan Soran di 2‘yê Sibata 2006‘an li dijî komploya navdewletî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan li herêma Heftanînê çalakiyek fedayî pêk anî.

Bi vê boneyê Rêxistina Kongreya Star li deverên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rezecivîn lidar xist.

HELEB

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîn li hola Efrînê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan sînevîzyonek li ser jiyana têkoşer Viyan Soran hate pêşandan. Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Jînda Dilsoz nameya şehîd Viyan Soran xwend.

Jînda anî ziman ku Viyan Soran zihniyeta desthilatdar û siyaseta pergalên dîktator red kir û li dijî komploya li ser Rêber Ocalan çalakiyek fedayî pêk anî.

Jînda Dilsoz got, Viyan Soran bû mişeleyek ji bo hemû jinên Kurdistanê, bi hezaran jin dan ser şopa wê.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo ji  bo bîranîna şehîd Viyan Soran civîneke girseyî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo tev li civînê bûn.

Rêvebera Kongreya Star Adara Efrînê di civînê de axivî, bi bîr xist ku têkoşer Viyan Soran bi rûkenî û tewazinbûna xwe dihat naskirin, girîngiyek mezin da rola jin di her qadan de leşkerî , siyasî  û civakî. Her wiha bi cesareta xwe dihat naskirin û çavkaniya hêvî û baweriyê ji bo derdorê ye.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê bi amadebûna bi dehan kesî civîneke li navenda çandê hate lidarxistin. Di civîna ku ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin de sînevîzyoneke li ser jiyana têkoşer Viyan Soran hate pêşandan. Piştre rêvebera Kongreya Star Nûr El-Hisên nameya şehîd Viyan Soran xwend.

Nûr El-Hisên diyar kir ku Viyan Soran jinek Kurd e ji eşîra Çaf a Başûrê Kurdistanê ye li dijî civaka feodal a ku hebûna jinê înkar dike serî hilda û dest bi lêgerîna azadiyê kir.

Nûr anî ziman ku Viyan Soran di Sibata 2006‘an li dijî komploya li ser Rêber Ocalan agir berda bedena xwe, bi vê yekê bû mişeleyek tevahî welat ronî kir.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA