Amerîkayê lîsteya cezayên li ser Îranê fireh kir

Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihadin ku ew lîsteya cezayên li ser Îranê fireh dike.

Amerîkayê lîsteya cezayên li ser Îranê fireh kir
23 ÇILE, 2020   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê got, cezayên nû li dijî du kesayet û 6 hêzan e. Di nav de çar şirketên girêdayî şirketên petrolê yên Îranê ne.

Ji destpêka vekişîna ji lihevkirina nuklerî ya bi Îranê re di Gulana 2018`an de rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump carek din cezayên li dijî Tehranê ferz kirine dubare kir, Bi taybet ên li dijî warên petrola îranê.

DYA`yê Îran tewanbar dike ku dixwaze bibe xwedî çekek nuklerî û sponseriya terorê bike û aramiya herêmê bihejîne.

(şx)

ANHA