Li dijî  gundên Girê Spî êrişî, li herêmên din ên dagirkirî hêrsa gel

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundên Xirbit Beger û Erîda yên Girê Spî topbaran dikin. Li bajarokê Silûkê jî aloziya kêmbûna nan heye.

Li dijî  gundên Girê Spî êrişî, li herêmên din ên dagirkirî hêrsa gel
22 ÇILE, 2020   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Girê Spî didomin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Xirbit Beger û Erîda yên Girê Spî bi obusan topbaran dikin.

Li gundê Hemam Tirkmen ê bajarokê Silûkê gel ji ber tunebûne madeyên sereke yên jiyanî  bi taybet nan aciz bûne. Şênî bi saetan li ber firneyê disekinin da ku nan bigirin.

Di dîmenekî de diyar dibe bi hezaran xelkê gundê Hemam Tirkmen li pêşiya firneyê sekinîne da ku nan bistînin.

ANHA