Şaredariya Eyn Îsayê ji nû ve dest bi xebata 2019`an kir

​​​​​​​Şaredariya Gel a Eyn Îsayê ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmê, komîteya xizmetguzariyê ya şaredariya Eyn Îsayê projeyên xwe sekinadibûn. Şaredariyê, nû dest bi hinek projeyên 2019’an kir.

Şaredariya Eyn Îsayê ji nû ve dest bi xebata 2019`an kir
Şaredariya Eyn Îsayê ji nû ve dest bi xebata 2019`an kir
Şaredariya Eyn Îsayê ji nû ve dest bi xebata 2019`an kir
Şaredariya Eyn Îsayê ji nû ve dest bi xebata 2019`an kir
Şaredariya Eyn Îsayê ji nû ve dest bi xebata 2019`an kir
Şaredariya Eyn Îsayê ji nû ve dest bi xebata 2019`an kir
22 ÇILE, 2020   09:23
EYN ÎSA

Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê sala derbasbûyî gelek projeyên bi dawî kirin, di çaryeka du û sêyê de payrêyên rêya Lîwaa û kolana sereke amade kirin.

Her wiha hezar û 50 metre kanalîzasyonên li taxa Pîşesazî bi 900 metreyan û li taxa Xerbî bi 150 metreyan çêkirin. Li gel vê yekê 2 çerxerêyên li kolana sereke û taxa Pîşesazî temam kirin.

Di çareya duyemîn a sala derbasbûyî de her 3 rêyên sereke yên navçeyê bi dirêjahiyê 3 km hate ziftikirin û bi hevkariya Desteya Şaredariyên kantona Girê Spî û bi lêçûna 50 milyonê Sûrî hate çêkirin.

Destpêka çareya dawîn da meha Cotmehê alavan dest bi paqijkirina rêya navçeya Eyn Îsa û heta bi gundê Tilseminê kirin. Da ku bi dirêjahiya 22 Km zift bikin. Her wiha têketinên navçeyê ji aliyê rojhilat û rojava ve bi dirêjahiya metreyekê di demeke nêz ew ê bi dawî bûbûna. Lê kar û xebat sala derbasbûyî sekinî û nehat temamkirin.

Li ser vî esasî Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyên Rêveberiya Xweser di çareya dawîn a sala derbasbûyî bi hevkariya şaredariya Reqa û Eyn Îsayê, rêya Eyn Îsa hate rêya Reqayê bi dijêjahiya 55 Km sererast kirin. Ji ber rêya sereke ya xizmeta şêniyan dike ye. Her wiha ji ber rêya bazirganiyê ya diçe û tê bajarê Minbicê, ye.

Di vê mijarê de hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê şaxê şaredariya Eyn Îsayê Xedra Ebûd axivî û got: “Ji ber êrişên artêşa Tirk proje hate sekinandin. Ew ê îsal van projeyan berdewam bikin û sendîkeya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê hesabê van projeyan kiriye. Di heman demê de bal kişand ser ku şaredarî beriya ku ev meh bi dawî bibe, ew ê rêya di navbera Eyn Îsa û bajarokê Tilsemin zift bike.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TRPuGmfDMi4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>