Saziya Mam: Em amade ne bi saziyên mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkar bin

Nûnerên Saziya Mam a Mirovî serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê kir û destnîşan kir ku amade ne hevkariyê bikin û alîkariyan pêşkêşî saziyên mirovî û perwerdeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Saziya Mam: Em amade ne bi saziyên mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkar bin
21 ÇILE, 2020   13:16
SILÊMANIYÊ

Duh şandeya ‘Saziya Mam a Mirovî’ ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bajarê Silêmaniyê kir.

Şande ji serokê saziyê Felah Mistefa û rayedarê Buroya Têkiliyan a saziyê Haşim Elî pêk hat. Şande ji hêla 2 endamên nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bajarê Silêmaniyê Silava Suleyman û Fethullah Huseynî ve hat pêşwazkirin.

Di serdanê de her du aliyan li ser pêşketin û pêşdeçûnên li Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn.

Li gorî Buroya Çapemeniyê ya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê, her du aliyan di serdanê de li ser rewşa dawîn a aloziya Sûriyê, herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û destkeftiyên ji destpêka şoreşê de ji tevahî aliyan ve bi dest ketine, nîqaş kirin.

Her du aliyan di nîqaşên xwe de li ser rewşên mirovî û zanistî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn, her wiha rayedarên saziya Mam îşaret bi destkeftî û serketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî aliyan de kir û piştrast kir ku ev destkeftî bi saya YPJ, YPG û QSD’ê pêk hatin ku girîngiya wê li ser astên Kurdistan û cîhanê mezin.

Şandeya Saziya Mam diyar kir ku amade ne hevkariyê bikin û alîkariyan ji saziyên mirovî û perwerdeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  re pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve jî nûnerên Rêveberiya Xweser spasiya însiyatîf û hevkariya Saziya Mam a bi saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, kir û piştrast kir ku girîng e hevkarî di navbera saziyên mirovî û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derve de hebe.

Saziya Mam a Mirovî gelek alîkariyên mirovî ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş kirin, jê jî 12 ton ji pêdiviyan û derman li Başûrê Kurdistanê hatin komkirin û radestî Heyva Sor a Kurd a Rojava hatin kirin. Ew jî di dema êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk hat.

(fr)

ANHA