​​​​​​​Eşîrên Ereban: Aloziya Sûriyê dê bi yekîtiyê çareser bibe

Şêniyên eşîrên Ereban ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo gotin: “Aloziya Sûriyê wê tenê bi yekîtiya neteweyî çareser bibe.”

​​​​​​​Eşîrên Ereban: Aloziya Sûriyê dê bi yekîtiyê çareser bibe
21 ÇILE, 2020   05:29
QAMŞILO-ŞEHAB EHMED

Piştî êrişên artêşa Tirk ên ji 9’ê Cotmehê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkiriye û heta niha jî êrîş berdewam in. Pêkhate û rûspiyên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bang li aliyên siyasî dikin ku çareyekê ji aloziya Sûriyê bibînin. Ji ber ji beriya 9 salan ve ji ber destwerdanên derve, nexasim artêşa Tirk rewş roj bi roj kambaxtir dibe.

Rûspiyê eşîra Benî Seba şaxê herêma Cizîrê Silêman Mihmed axivî û got: “Tekane çareseriya aloziya Sûriyê; misogeriya yekîtiya neteweyî ye. Li ser vî esasî em ê dagirkeriya Tirkiyê rawestînin. Em bang li Rêveberiya Xweser û Şamê dikin ku rê li pêşiya diyalogên cidî vekin. Divê gelên Sûriyê li dijî dagirkeriya Erdogan yekîtiya xwe ava bikin. Ji beriya salan ve gelên Sûriyê wendayî ne, her roj Erdogan parçeyekî ji welatê me dagir dike.”

 Silêman Mihmed bal kişand ser civînên li derveyî welat hatine lidarxistin û got: “Civîn ti encam bi xwe re neanîn. Berevajî vê yekê, aloziya Sûriyê kurtir kir. Lewma ji bo aloziya Sûriyê heke 100 dewlet jî li hev kom bibin, dê nekaribin aloziyê çareser bikin. Ji ber vê yekê divê li ser xaka Sûriyê çareserî were diyarkirin. Êrişên artêşa Tirk hovane, ne rewa ne û armanca wan dagirkirina xakê û parçekirina gel e. Lewma dixwazin ji nû ve rola Osmaniyên li welatê me bide meşandin.”

Rûspiyê eşîra Tifêhan ê navçeya Til Hemîsê Elî Mihmed axivî û got: “Divê rejîma Sûriyê mafê pêkhateyan û kêmnetewên di rêveberiya welat û hikum de bide wan. Li gel vê yekê divê beşarî biryarên siyasî û civakî bibin, an na dê aloziya Sûriyê çareser nebe. Divê gelên Sûriyê sîsemeke demokratîk û ne nijadperestî ava bikin.”

Elî Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: “Destwerdanên ji derve hem erênî hem jî nerênî bûn. Mînak;destwerdana Amerîka erênî bû li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin, lê niha neyînî ye. Ji ber rewabûn da Erdogan û çeteyên wî ku derbasî herêmên me bibin, berhemên me talan bikin û li dijî gelên herêmê komkujiyan pêk bînin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d8AdL6zwgyg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>