Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê di salvegera duyemîn a êrişên li dijî Efrînê de daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê destnîşan kir ku êrişên li ser kantona Efrînê bi çekên giran pêk hatin û li hemberî wan berxwedaneke 58 rojan li dar ket. Her wiha rêveberiyê bang li rêxistinan kir ku dagirkerî û dizîna şûnwaran bi dawî bikin û garantiya vegera şêniyên Efrînê li warê wan bikin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê di salvegera duyemîn a êrişên li dijî Efrînê de daxuyaniyek da
19 ÇILE, 2020   13:00
ŞEHBA

Di salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê de, Rêveberiya  Xweser a Herêma Efrînê îro daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, li qada Sûriyê û taybet li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna aloziyên di navbera hêzên destwerdanê li kar û barên Sûriyê dikin de, zêde dibin û ew jî li ser hesabê gelê wê di navbera aliyê desteka hikumetê û aliyê din ê desteka hêzên radîkal û teror ên bi nûnertiya dewleta Tirk a dagirker dikin, pêk tên. Her wiha van hêzan tevahî derfetên xwe ji bo wêrankirina Sûriyê, jevkirina civaka Sûriyê, bi taybet Kurd, bi hedefa qirkirina wê û derbekirina projeya siyasî ya demokratî ya çareserkirina aloziya Sûriyê, bi kar tîne."

Dewleta Tirk piştî têkçûna wê ya li ser garantiya hêzên teror bi taybet rêxistina DAIŞ’ê, bi destê QSD’ê rasterast destwerdan kir û rê da ku DAIŞ careke din xwe bi rêxistin bike. Dewleta Tirk bi alîkariya deh hezaran ji çete û bi bikaranîna hemû cureyên çekan, tevî çekên qedexekirî û pêşketî, Efrîn dagir kir û yekser sivîl, binesazî, şûnwar û qirkirina Kurdan a çandî û hebûna wan kir hedef û êrişên wê yên hovane rastî berxwedaneke 58 rojan hat.

Êrişên Tirkiyê bi encama hevdîtina berjewendiyên di navbera dewletên ku destwerdana kar û barên Sûriyê dikin de, pêk hatin, di demekê de ku rêxistinên navneteweyî bi erka xwe ranabe de.

Em wek Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê berdewama dewletan û rêxistinan der barê bêdengî û binpêkirinên rojane li Efrînê pêk tên de şermezar dikin û bang dikin ku bi erka xwe rabin û dagirkeriyê bi dawî bikin û garantiya vegera şêniyên Efrînê bikin.

Em wek şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, soz didin şehîd, malbatên wan û rêber Apo,  dê têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin."

(jo)

ANHA