Dagirkeran li Girê Spî derketina derve qedexe kir

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî qedexkirina derketinê îlan kir.

Dagirkeran li Girê Spî derketina derve qedexe kir
19 ÇILE, 2020   10:14
GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker siyaseta dijminatiya li gelê ku binpêkirin û kiryarên wan red dikin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dike ji bo şêniyan neçar bikin ku biryar û siyasetên wê qebûl bikin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin (Silûk û gundê Hemam El-Tirkmen ê gundewarên kantona Girê Spî) ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê çûn û hatin qedexe kiriye û nahêle şênî derkevin derve.

Çavkaniyan destnîşan kir ku bi qedexekirina derketinê re hemû xizmetên sereke li kantonê û gundewarên wê ji nan û avê hatine qutkirin û ji ber wê jî kareseta mirovî li gel şêniyan çêbûye. Şênî zehmetiyên mezin di peydakirina pêdiviyên rojane yên sereke de dibînin. Her wiha gotin dema qedexkirinê hîn ne diyar e.

Artêşa Tirk a dagirker bajarê Girê Spî ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve dagir kiriye. Ji wê demê heta roja îro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê siyasetên binpêkirinê der heqê şêniyan de pêk tînin, her wiha rewşa ewlehiyê tevlihev e û bêaramî heye.

(bx)

ANHA