Gundê Xanîk: Stargeha Keldaniyên ji hovitiya Osmaniyan reviyane

Tevî ji hêla dewletên Osmanî û Tirkiyê ve rastî qirkirinan hatin jî, Keldaniyan nasnameya xwe ya çandî û kevneşopiyên xwe parastine.

19 ÇILE, 2020   08:47
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Dema ku Fransayê Sûriyê di sala 1946`an de dagir kiribû, Keldaniyên bakurê Kurdistanê ji hovîtiya dewleta Osmanî ber bi Sûriyê ve reviyan. Hinek ji wan li herêma Dêrikê, bi taybet li gundê Xanîk bi cih bûn.

Ji destpêka serdema 20`an ve û heta dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn, gel û pêkhateyên olî rastî çewisandin û qirkirinê ji hêla Împeratoriya Osmanî û nêviyê wan dewleta Tirk ve hatin. Ji wan gelan yek jî gelê Keldan e.

Di encama siyasetên koçberkirina bizorê de gelek şêniyên Keldan berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Niha beşek ji wan li gundê Xanîk li ser çemê Dîcle bi 42 km dûrî bajarê Dêrikê dimînin.

Piştî ku li gund bi cih dibin, piraniya şêniyên pêkhateyê di çandiniyê û xwedîkirina sewalan de kar dikin. Tevî şertên dijwar ku Keldanan di Tirkiyê de derbas kirine, lê dîsa jî nasnameya xwe ya çandî û kevneşopên xwe parastine. Ev tişt di serdana gundê Xanîk de diyar dibe. Şêniyên gund bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin.

Her wiha cara yekemîn di sala 1968`an de metran Astifiyan Bilo dêra yekemîn li gund bi navê Meryem Azraa ava kir. Di sala 2000`î de ji ber ku dêr hema bêje hilweşiya, dêreke nû li şûna wê hate avakirin. Di sala 2003`yan de dêr bi awayekî fermî hate vekirin.

Li beramerî dêra Meryem Azraa ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve Dêra Fişxabûr heye ya li qiraxa çemê Dîcle ye. Tevahiya taîfeyên xiristiyan ên herêma Dêrikê serdana Dêra Meryem Azraa dikin.

Li gund gora Mar Circis li ser teşeya kevanekê heye. Keşîş Malik Melûs di sala 1998`an de ava kiriye. Bala mirov dikişîne ku piraniya şêniyên destpêkê ji ber qirkirin û koçberiya neçarî ji Tirkiyê hatine. Dîrokên jidayikbûna miriyên gund li ser gorên wan diyar in ku ew li Tirkiyê ji dayik bûne.

Esmer Ishaq ji jinên temenmezin ên gundê Xanîk e. Tevî malbata xwe ji gundê Dêra yê girêdayî herêma Cizîra Botan ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker reviyaye û dibêje: "Dema ez biçûk bûm, tevî malbata xwe ji binpêkirinên Tirkiyê li dijî kêmneteweyan em reviyan."

Esmer wiha domand: "Em ji ber hovîtiya Tirkiyê reviyan. Me berê xwe da Sûriyê û em li herêmên ser sînor bi taybet gundê Xanîk bi cih bûn."

Esmer dibêje welatê wê yê resen êdî ji niştecihên wê vala bûye. Ji ber ku hinek ji wan çûn dewletên ewropî û hinek din jî li dewletên cîran bi cih bûn.

(şx)

ANHA