Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye cenazeyê şervanê YPG`ê Diyar Amûde oxir kir.

Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Diyar Amûde li Helebê hate oxirkirin
17 ÇILE, 2020   15:19
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye cenazeyê şervanê YPG`ê Mehmûd Cemîl( Diyar Amûde) ê ku di encama kirîza dil de şehîd ketiye oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd li ber nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir wergirtin û heta Goristana Şehîdan li herêma Şiqeyf meşiyan.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Yasir Meimo û endama rêveber a Koordînasyona Kongreya Star Fatme Hesen axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Her wiha rola şehîdan û şervanan di rizgarkirina taxên Helebê  de ji çeteyan û pêkanîna azadiyê û wekhefiyê di navbera pêkhateyan de silav kirin.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelîxe Qenber wesîqeya şehata şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşart.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bz1xdEW6aCU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>