Misr, Îtalya û Yewnanistan: Şandina hêzên leşekrî ji bo Lîbyayê gavek xeter e

Wezîrên derve yên Misr, Îtalya û Yewnanistanê biryara serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a şandina hêzên leşkerî ber bi Lîbyayê bi gaveke xeternak bi nav kirin û gotin, ev biryar li ser Kongreya Berlînê û rewşa Lîbyayê xeter e.

Misr, Îtalya û Yewnanistan: Şandina hêzên leşekrî ji bo Lîbyayê gavek xeter e
16 ÇILE, 2020   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta derve ya Misrê li ser rûpela xwe ya fermî ya "Facebookê", got wezîr Samih Şikrî bi hempêşiyên xwe yên Yewnanistan û Îtalyayê re peywendiyeke telefonê çêkir, geşedanên dawîn li ser qada Lîbyayê bi taybet piştî biryara serokkmarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a şandina hêzên leşkerî ji bo Lîbyayê gotûbêj kirin.

Wezaretê diyar kir ku her sê wezîran xeteriya biryara Erdogan û bandora wê ya neyînî li rewşa Lîbyayê teqez kirin û biryar wek delîlê hebûna niyeta binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariyê girêdayî mijarê hesibandin.

Wezaretê destnîşan kir ku wezîran metirsiyên xwe girêdayî encamên vê ragihandinê û valaderxistina xebata civaka navneteweyî û dewletên ku mereqa berjewendiyên Lîbya û ewlehiya wê ne rave kirine.

(şx)