Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê mîhrîcaneke çandî ya xwendekarên seretayî li dar xist.

Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
Ji xwendekarên seretayî yên Minbicê
14 ÇILE, 2020   15:36
MINBIC

Bi navê "Mîhrîcena yasmîn a aştiyê" Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê mîhrîcaneke çandî û hunerî ya xwendekarên seretayî li gundê Farat a bakurê rojavayê bajêr lidar xist.

Bi dehan şêniyên gundê Farat û gundên derdora wê, xwendekarên dibistanên seretayî û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê amade bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre kevokên spî ku sembola aştiyê nîşan dide hatin berdan. Bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Cuma Heyder axivî. Heyder cangoriyên azadiyê bi bîr anî û spasiya mamosteyan kir ku ev mîhrîcan organîze kirine û got, mamoste avakarên mirov û şarestaniyê ye.

Bi navê Rêveberiya Dibistana Farat rêveberê dibistanê Ebdulrehan Casim axivî, bal kişand ser rola mamosteyan di civakê de kir.

Piştre, şano, çalakiyên werzîşê, dîlan, stran, mûzîka tembûrê û helbest hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya mîhrecanê de Komîteya Perwerde spasname pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Navenda Jineolojî kir û xwendekarên beşdarî mîhrîcanê bibûn xelat kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8dEAzys2B9Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>