Bêrîvan Hesen: Tirkiye li ber çavên cîhanê demografiya Sûriyê diguherîne

Endama Meclisa Giştî ya PYD‘ê Bêrîvan Hesen got dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê  demografiya herêmên Sûriyê diguherîne, bêyî ku cîhan helwesteke cidî diyar bike.

Bêrîvan Hesen: Tirkiye li ber çavên cîhanê demografiya Sûriyê diguherîne
9 ÇILE, 2020   07:00
KOBANÊ

Pêşdeçûnên ku li ser erdê rû didin, diyar dike ku dewleta Tirk hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine, guhertina demografîk û siyaseta tirkkirinê pêk bîne. Ev yek dê bi xwe re encamên xeternak bîne.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Hesen ji ANHA‘yê re axivî û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hêzên herêmî û derve bi çarenûsa gelê Sûriyê dilîzin, destek dan komên terorîst yên herî dawî ya navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li xwe dike ku Tirkiye wê wek alavekê ji bo berjewendiyên xwe û derxistina şerekî navxweyî li herêmê bi kar tîne."

Bêrîvan Hesen bi bîr xist ku gelek armancên dewleta Tirk hene, ji wan têkbirina projeya neteweya demokratîk, pêkanîna guhertina demografîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got kiryarên ku bi rêya komên çete li Efrînê têne kirin, mînakê vê yekê ne.

Bêrîvan destnîşan kir ku rola rejîma Sûriyê û li pey wê Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî di hêsankirina vê yekê ji bo Tirkiyê de heye.

Bêrîvan Hesen anî ziman ku Tirkiyê niştecihên herêmê yên resen koçber kirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin û got kiyarên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne û qirkirina etnîk e, di heman demê de ji bo derxistina tevliheviyê di navbera şêniyan de ye.

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Bêrîvan Hesen bang li gelê Sûriyê kir ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk bixebitin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SboZwHlcwrc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>