Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir

Akademiya Şehîd Elî El-Milhim a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Dewreya Şehîd Îbrahîm Reqa ya perwerdeyê bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir
6 ÇILE, 2020   13:27
TEBQA

Di merasîma bidawîbûnê de ku li Akademiya Şehîd Elî El-Milhim s li bajarokê El-Mensûra yê li rojhilatê Tebqayê pêk hat, hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê, hevserokên Komîteya Hundirîn a Reqayê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê û Meclisa Sivîl a Tebqayê amade bûn.

Di Dewreya Şehîd Ibrahîm Reqa de 52 endamên ji hemû beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn cih girt. Endaman di 30 rojan de waneyên stratejî û taktîkê û gelek waneyên siyasî û çandî dîtin.

Di merasîmê de gelek kes axivîn, ji wan hevserokê Komîteya Hundirîn a Reqayê Îvan Mehmûd, endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehemed Zexlûl, endama rêveberiya Akademiya Şehîd Elî El-Milhim, Hele El-Yûsif axivîn.

Axaftvanan dewreya yekemîn a sala nû pîroz kir û diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû keda xwe hewl didin ewlehiyê li herêmê xurt bikin û hemû hewldanên xirabkirina ewlehiyê bê bandor bikin û sala nû dê bibe mînaka ewlehiyê li herêmê û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Paşê endamên nû yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn sond xwar.

Şehîd Ibrahîm Reqa (Ibrahîm El-Şamî) endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bû û di 5`ê Îlona 2019`an de dema ku bi erka xwe radibû, şehîd bûbû.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CPHaWziAH-4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>