Dewriye bidawî bû, leşkerên dagirker li gundekî Dirbêsiyê dervayî panzêran lêkolîn kirin

Dewriya hevbeş piştî ku li gundên rojava, rojhilat û başûrê navçeya Dirbêsiyê û Zirgan geriyan, bidawî bû. Tiştê balkêş di dewriyê de ku leşkerên dagirkeriya Tirk çend deqeyan li dervayî panzêrên xwe li gundê Selam Eleyik li rojavayê Dirbêsiyê lêkolîn kirin.

Dewriye bidawî bû, leşkerên dagirker li gundekî Dirbêsiyê dervayî panzêran lêkolîn kirin
Dewriye bidawî bû, leşkerên dagirker li gundekî Dirbêsiyê dervayî panzêran lêkolîn kirin
Dewriye bidawî bû, leşkerên dagirker li gundekî Dirbêsiyê dervayî panzêran lêkolîn kirin
Dewriye bidawî bû, leşkerên dagirker li gundekî Dirbêsiyê dervayî panzêran lêkolîn kirin
6 ÇILE, 2020   10:52
HESEKÊ

Dewriya hevbeş a di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li ser esasê hevpeymana Soçî di 22`ê Cotmeh 2019`an pêk tê, di demeke ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên navçeya Zirgan û Til Temirê dewam dike.

Dewrî ji 4 panzêrên Rûsya û 3 panzêrên dagirkeriya Tirk pêk tê, ji gundê Şîrkê ya 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.

Dewrî li gundên başûr û rojhilatê navçeyê geriya, heta gundê Kesra ya girêdayî navçeya Zirganê, paşê li nuqteya ku jê dest pê kir gundê Şîrkê vegeriya.

Nûçegihana me diyar kir ku dewrî li gundên Selam Eleyik, Kirkend, Etîşan, Telik Qîrwan û Zihir El-Ereb û heta gundê Kesra ya girêdayî navçeya Zirganê geriya.

Yê balkêş di vê dewriya hevbeş de ku leşkerên dagirkeriya Tirk li dervayî panzêrên xwe çend deqeyan li gundê Selam Eleyik li rojavayê navçeya Dirbêsiyê lêkolîn kirin.

Dewriya hevbeş a Rûysa û artêşa Tirk a dagirker bidawî bû û panzêrên artêşa Tirk a dagirker ji gundê Şîrkê vegeriya xaka Tirkiyê.

(jo)

ANHA