DAIŞ`ê êrişî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê şevê din li parêzgeha Kerkûkê êrişî artêşa Iraqê kir. 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

DAIŞ`ê êrişî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
6 ÇILE, 2020   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Kerkûkê di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê de 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya rayedaran de wiha hate gotin: "Çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyeke li Foca Yekemîn ya Tugaya 45’an a Tîma 11’an li gundê Til Ziyab ê navçeya Daqûqê kir."

Êrişa çeteyên DAIŞ`ê, piştî zêdebûna nakokiya di navbera Washington û Tehranê de ji ber kuştina Qasim Suleymanî û gefên Îranê yên bersivdayînê, pêk hat.