Ciwan: Bi yekîtiya Kurdan  komplo têk diçin

Ciwanên Kurd û partiyên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga yekîtiyê kirin û gotin: “Bi yekîtiya Kurd komplo têk diçin.”

Ciwan: Bi yekîtiya Kurdan  komplo têk diçin
6 ÇILE, 2020   06:00
QAMIŞLO-SILAVA ABDULREHMAN-SEMA BIROKÎ

Endamên Meclisa Ciwanên Kurd ên Rojava û partiyên kurdî banga yekîtiyê kirin û bal kişandin ser însiyatîfên di vê derbarê de.

Endamê Meclisa Ciwanên Kurd Nasir Nasiro got: “Piştî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek însiyatîfên partiyên partiyên kurdî çêbûn. Ji wan însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî, însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd û em jî wekî ciwanan bang li partiyên kurdî dikin, ku yekîtiya xwe ava bikin.    

Nasir Nasiro diyar kir ku heke partiyên siyasî yekîtiya xwe ava nekin, ew ê yekîtiya gelan ne mumkin be. Nasiro got: “Gelek Kurd bi partiyên siyasî ve girêdayî ne. Heke partiyên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtiya xwe ava bikin, dê komployên li dijî gelên Kurd têk biçin. Ji ber dijmin dixwaze me parçe bike û paşê me qir bike û dê bandoreke erênî yekser li parçeyên din ên Kuridstanê jî bike û doza kurdî di qada cîhanê jî bike. Li ser vî esasî ez bang li partiyên siyasî yên kurdî dikim ku yekîtiya xwe ava bikin û li ser masya diyalogan li hev bicivin.”

Her wiha endamê Meclisa Ciwanan Mihemed Abdo got: “Gelê Kurd di her tiştî de li hev dikin, lê tenê di mijarên siyasî de li hev  nakin. Ev jî isbat dike ku hêzên derve destwerdana kar û barên siyasî yên kurdî dikin û ev jî xizmeta yekîtiya kurdî  nake. Li ser vî esasî hemû ciwan banga yekîtiya neteweyî dikin û bang li partiyên siyasî dikin ku yekîtiya xwe ava bikin û ji bo xizmeta gelê Kurd bixebitin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GnNbP-cGaY8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>