HRE`yê encamên berxwedana sala 2019`an eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encama berxwedana sala 2019`an eşkere kir.

HRE`yê encamên berxwedana sala 2019`an eşkere kir
4 ÇILE, 2020   13:28
NAVENAD NÛÇEYAN

Daxuyaniya nivîskî ya HRE`yê wiha ye:

“Hêzên me, bi armanca domandina berxwedana dîrokî ya Efrînê û rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, di dirêjiya sala 2019`an de çalakî û operasyonên xwe domandin. Di nav salê de hêzên me bi hejmarek gelek zêde çalakî derbên giran li çete û leşkerên artêşa dagirker dan. Encamên çalakiyên hêzên me yên li herêma Efrîn, Til Rifat, Şehba û derdorên wê wiha ne;

Hêzên me di sala 2019`an de li hember artêşa dagirker û komên çete yên li Efrîn û navçeyên wê, herêma Şehba, Til Rifat, Bab, Ezaz, Marê û gundewarên wan bi giştî 252 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de

-621 çete û leşker û herwiha endamên MITê hatin kuştin.

-Ji van 486 kes ji komên çete, 135 kes ji artêşa dagirker û sîxurên MITê ne.

-455 çete, leşker û endamên MITê hatin brîndarkirin.

-Ji van 338 kes ji komên çete, 117 kes ji artêşa dagirker û her wiha sîxurên MITê ne.

Bi qasî ku hatiye zelalkirin, zêdetirî 20 kes serçete û serbazên artêşa Tirk a dagirkeran in.

Hêzên me di van çalakiyan de bi giştî

35 çekên AK-47, 175 şarjorên AK-47, 1 çeka sekvaniyê, 1 çeka M-240, 1 çeka RPK, 8 çekên BKC û alavên wê, 3 roketavêjên RPG-7 û alavên wê, 15 rext, 10 dûrbîn, hejmarek amûrên pêwendiyê, dokumanên rêxistinî û alavên leşkerî desteser kirin.

Di heman demê de 55 çek û seyareyên leşkerî ku tang, seyareyên zirxî, motor û çekên giran jî di nav de ne hatin rûxandin.

Artêşa dagirker di sala 2019`an de herî kêm 120 êrîşên hewayî, 15 êrîşên bejahî li ser herêmên sîvîl ên Şehba û Til Rifatê ku koçberên Efrînê lê dimînin, pêk anî. Artêşa dagirker gelek caran gundewarên herêmê da ber top û balafiran û di encam de ziyanên madî gihîştin milk û zeviyên niştecîhên herêmê.

Di êrîşên artêşa dagirker ên bi top, balafirên şer û balafirên bê mirov de 9 hevalên me şehîd ketin.”