Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin

Şêniyên Tebqayê û saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbatîn herdu şehîdan Ehmed Cedû û Şemsî Cedû ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, xwestin.

Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
Şêniyên Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
4 ÇILE, 2020   13:30
TEBQA

Şêniyên Tebqayê li bin konê sersaxiyê yê herdu şervanan Ehmed Cedû (Ehmed Şîhab) û Ebû Şemsî Cedû (Ebû Ela) kom bûn da ku sersaxiyê ji malbatên wan re bixwazin.

Li konê sersaxiyê ku li bajarokê Mensûra li rojhilatê Tebqayê hate vedan, piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mûsa El-Osman axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

El-Osman îşaret bi lehengiya QSD`ê ku li eniyên berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk pêk anî kir.

Hêjayî gotinê ye ku herdu şehîd di 29`ê Kanûna çûyî de di şerê Berxwedana Rûmetê li eniyên depoyên Şergirakê şehîd bûn.

ANHA