Analîzvanên amerîkî: Hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê di hedefên Îranê de ne

Analîzvanên amerîkî piştrast kir ku zêdetirîn hedefên bigûman ji tolhildana Îranê re li ser kuştina Qasim Suleymanî, hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê ne.

Analîzvanên amerîkî: Hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê di hedefên Îranê de ne
4 ÇILE, 2020   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora CNN a Amerîkayê li ser zimanê analîzvanên xwe wiha ragihand: "Cezayên kuştina Qasim Suleymanî hê jî ne diyar in. Lê belê hedefên bigûman ên tolhildanê, hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê ye ku li deverên çend mîlan ji hêzên El-Heşd El-Şebî ya Iraqê ve dûr e.

Pisporê di antî terorê de Charles Lester wiha texmîn kir: "Hebûna Amerîkayê li Sûriyê êdî pir lawaz bûye. Ew jî piştî lawazbûna bandoriya wê ji hêla baweriya hevkarên wê ye."

Charles Lester wiha lê zêde kir: "Dibe hevalbendên DYA’yê yên li Kendavê, bi taybet Behreyn, Îmarat û Erebistana Siûdiyê, bibin qurbaniya bergiriyên tolhildana Îranê. Her wiha jî dibe baregeha El-Edîd ya Amerîkayê ya li Qeterê gûmana tolhildana Îranê be."

Tora Amerîkayê li ser zimanê pisporê parastinê Been Friedman wiha dauxyand: "Tişta ku Washingtonê kiriye, karekî bêserûber bû. Ji ber ku hêzên wê yên li herêmê têrê nake li hember tevliheviyên bigûman bisekine."

Friedman wiha lê zêde kir: "Texmîn nakim ku dê şerek bi DYA’yê re dest pê bike. Lê belê dê hin kiryarên şantajê li dijî hêzên Amerîkayê, pêk bîne."

Friedman diyar kir ku ketîbeya Amerîkayê ya li Sûriyê ya ku ji 500 endam pêk tê, bi taybet dibe ku rastî metirsiyê were.

(fr)