NY`ê der barê şandina hêzên leşkerî li Lîbyayê Tirkiyê hişyar kir

Sekreterê giştî yê NY`ê Antonio Guterres hişyarî ji bo şandina hêzên leşkerî yên biyanî li Lîbyayê da, ku îşaret bi Tirkiyê kir.

NY`ê der barê şandina hêzên leşkerî li Lîbyayê Tirkiyê hişyar kir
4 ÇILE, 2020   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Antonio Guterres di daxuyaniya xwe de wiha got: "Çi destekdayîna biyanî ji aliyên şerê li Lîbyayê dikin, tenê aloziya li vî welatî kûrtir dikin."

Daxuyaniyê wiha domand: "Sekreterê giştî teqez dike ku binpêkirinên dewamkirî ji bo qedexeya çekan li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê hejmar 1970 a di sala 2011`an û guhertinên di biryaran de rewşê xerabtir dike."

Guterres banga xwe ji bo rawestandina şerê li Lîbyayê û vegera hemû aliyan li diyaloga siyasî, dûbare kir.

Hişyariya Sekreterê Giştî yê NY`ê, piştî erêkirina parlementoya Tirkiyê şandina hêzên leşkerî li Lîbyayê ku hêrsa aliyên herêmî û navneteweyî anî, pêk hat.

(jo)