Mijarên rojnameyên erebî – 4 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa kuştina Qasim Suleymanî, destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 4 Çile
4 ÇILE, 2020   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: IRAQ LI BER DERIYÊ VOLKANÊ YE...ÇAVDÊRIYA HERÊMÎ Û NAVDEWLETÎ LI SER BERSIVDANA ÎRANÊ

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa kuştina Qasim Suleymanî kir û di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rojhilata Navîn û pê re jî tevahî cîhanê, di rewşeke encamdayîna kuştina DYA’yê ya fermandarê Feyleqa El-Qudis a Îranê Qasim Suleymanî bi derbeya asîmanî tevî fermandarên Iraqê hatiye hedefgirtin de, dijî. Ji nav wan kesên ku hatine hedefgirtin, cîgirê serokê desteya El-Heşd El-Şebî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendis bû. Derbeya asîmanî di berbanga înê li balafirgeha Bexdayê ya navdewletî, pêk hat."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Îranê li ser zimanê rayedarên xwe yên mezin, leza soza "tolhildana tund" li ser kuştina fermandarê leşkerî da. Rayedaran got ku bersiv dê di dem û cihê guncaw de be. Lê li aliyekî din derbeya Amerîkayê, Iraq danî li ser deriyê volkanê.

EL-EREBÊ: KUŞTINA SULEYMANÎ KOORDÎNAYA ÎSTIXBARATÎ BI TIRKIYÊ RE TEVLÎHEV DIKE

Ji aliyê xwe ve jî rojnameya El-Ereb wiha got: "Nimûneya Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleq El-Qudis a Îranê xeleka gihandina li piranî qadên nakokiyên li herêmê ye. Li qada Sûriyê, yek ji meydanên nakokiya di navbera Tirkiyê û Îranê de wek 2 hêzên herêmî yên binakok ku li ser serwerî û berjewendiyê li hember hev in. Hin lihevkirin bi destê Suleymanî û îstixbata dewleta Tirk pêk dihat û ya ku hê jî li xaka Sûriyê yekser aktîv e. Her wiha ev lihevkirin bi rêya wekîlên komên tundrew weke Cebhet El-Nusra û ji bilî wê, pêk tê."

Suleymanî û Hakan Fîdan ê serokê îstîxbarata dewleta Tirk bi hev re hevkarî û tensîq li Iraqê dikir ku wek qadeke ji daqên nakokiyan e.

Suleymanî û Fîdan 2 endazyarên çareserî û derçûna îstîxbaratî li Sûriyê bûn. Bi hevkariya di navbera wan de, çekdarên cîhadî ji herêmên cihêreng ên Sûriyê veguhastin û li herêma Idlibê kom kirin ku vegerî herêma cîhadîstên demkî. Piştre bû herêma bombebaran û êrişa hêzên Sûriyê, Rûsya û Îranê. Da ku xwe ji wan rizgar bikin.

Li aliyekî din jî, destê Suleymanî û Fîdan di palan û koordînaya dan û standinên Astana yên der barê Sûriyê de ku ji 2017’an de dest pê kirine de, hebû. Her wiha jî Tirkiyê, Îran û Rûsya dewletên garantor ên agirbesta li Sûriyê bûn.

Analîzvan dibînin ku, kuştina Suleymanî, astengkirina hin planên Tirkiyê li Sûriyê, nemaze ku bi kesayeta Suleymanî ve girêdayî ye ku fermandarekî meydanî bû û bandora wî li ser milîsên Şîî yên li Sûriyê şer dikin, heye. Bi wê re jî dê alozî derkeve û Enqere ji vê yekê metirsîdar e.

EL-BEYAN: BAJARÊN LÎBYAYÊ LI HEMBER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ SERÎ HILDIDIN

Der barê Lîbyayê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Duh şêniyên Lîbyayê li beramber biryara parlamentoya Tirkiyê ya destwerdana li Lîbyayê bi rêya şandina hêzên leşkerî ya piştevaniya "milîsên El-Wîfaq" serî hildan. Li bajarên Benxazî, Beyda, Tebreq, Derna, Icdabya, Tehona û Zentan xwepêşandanên girse li dijî binavkirina dagirkirina nû ya Osmanî pêk hatin. Bi wê re jî piştevaniya xwe bi artêşa El-Wetenî re li dijî milîsên El-Wîfaq û li hember destwerdana Tirkiyê û çeteyên wê yên biyanî, eşkere kir.

EL-EYN: GUTERRES DER BARÊ ŞANDINA HÊZÊN TIRKIYÊ BER BI LÎBYAYÊ VE HIŞYARÎ DA ERDOGAN

Rojnameya El-Eyn di vê der barê de wiha nivîsand:"Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres roja Înê der barê şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve hişyarî da. Her wiha diyar kir ku destekdayîna biyanî ji aliyên ku li wê herêmê şer dikin dê şer gûrtir bike."

EL-EREB: ŞÊWAZÊN AVAKIRINA HIKÛMETA LÛBNANÊ: NAVÊN NÛ JI KESÊN KEVIN RE

Der barê rewşa Lûbnanê de rojnameya El-Ereb wiha got:"Çavdêrên li Lûbnanê ragihandin ku şerê Amerîka – Îran ji ber kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis ê Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ku dibe bandorya wê ya yekser li ser avakirina hikûmeta nû ya Lûbnanê bi serkêşiya Hesan Diyab hebe."

Li gorî agahiyan piştî civîna Wezîrê Karên Derve yê Lûbnanê di hikûmeta istîfakirî de Cubran Basîl bi erênî xuya kir bi taybet ku Basîl bi xwe dema nêzîkbûna avakirina hikûmetê, diyar kiribû.

(fr-bx)