DYA‘yê wê 3,500 leşekrên xwe bişîne Rojhilata Navîn

Wezareta Parastina ya DYA’yê biryar girt ku wê ji 82’emîn Tumena Esmanî 3 hezar û 500 leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.

DYA‘yê wê 3,500 leşekrên xwe bişîne Rojhilata Navîn
3 ÇILE, 2020   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî kuştina Fermandarê Feyleq El-Qudis a girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşê Qasim Suleymanî ya li Bexda û gefên Îranê yên li dijî DYA’yê, Wezareta Parastinê ya DYA’yê biryar girt ku 3 hezar û 500 leşkeran sewqî Rojhilata Navîn bike.

Hata ragihandin ku DYA‘yê wê van leşkeran ji 82’emîn Tugaya Esmanî wê bişîne herêmên di bin berpirsyariya CENTCOM (Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê) de ye.

Li gorî nûçeya NBC’ê 3 hezar û 500 leşker wê tevlî 650 leşkerên li herêmê ne bibin, bi kêmanî 60 rojan wê li wir bimînine.

Girêdayî mijarê, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergi Lavrorv peywendiyeke telefonî pêk anî û geşedanên têkildarî kuştin fermandarê "Feyleq El-Quds" a Îranê Qasim Suleymanî gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku"Wezîrê Derve Pempeo bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergi Lavrov biryara dawî ya seroka Amerîkayê Donald Trump a der barê girtina tedbîrên xurt ji bo parastina amerîkiyên li derve  de nîqaş kirin."

Wezareta Derve ya Amerîkayê got: "Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi rawestandina aloziyê de pabend e."