Ciwan hewl didin beşa tenduristiyê li Şedadê bi pêş bixin

Bi armanca beşa tenduristiyê bê pêşxistin, derfetên xebatê bên dabînkirin û kadroyên tendursitiyê li nuqteyên tenduristiyê yên li gund û bajarokên navçeyê belav bûne bên zêdekirin, Ciwanên Şoreşger dewreya tenduristiyê vekir.

Ciwan hewl didin beşa tenduristiyê li Şedadê bi pêş bixin
Ciwan hewl didin beşa tenduristiyê li Şedadê bi pêş bixin
Ciwan hewl didin beşa tenduristiyê li Şedadê bi pêş bixin
Ciwan hewl didin beşa tenduristiyê li Şedadê bi pêş bixin
31 kanûn, 2019   09:53
HESEKÊ

 

Duh dewreya ku dê 15 rojan bidome û 25 endam tev lê bûne, bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Şedadê û Ciwanên Şoreşger bi çavdêriya pisporan, hat vekirin.

Dê meclisa navçeya Şedadê bawernameya vê dewreyê bide, tevî wê jî dê endam piştre dest bi xebatê bikin û li nuqteyên tenduristiyê yên li navçe û gundan bê fezazkirin.

Rêveberê Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê Salih El-Elî diyar kir ku dê dewre derfeta fêrbûna pîşeya hemşîretiyê bi awayekî rast ji ciwanan re pêk bîne. Her wiha jî dê çawaniya dan û standina bi rewşên lezgîn re û rêbazên pêşkêşkirina wê jî pêk bîne. Salih wiha domand: "Girîngiya vê dewreyê, ji ber kêmbûna kadroyên tenduristiyê li herêmê ye."

El-Elî îşaret pê kir ku dewre li ser pîvana zextê,  germahî, vekirina damarê, leckirina borî (damarên) tenduristiyê û xebata li ser zêdebûna waneyan da ku endamê perwerdekar pisporiyeke zêde li ser lêdana derziyê û dirûtina birînan wergire, ye.

El-Elî li dawiyê bal kişand ser ku ev dewreya 14’an li navçeyê ye û ya yekemîn bi hevkariya bi Komîteya Ciwan û Werzîşê re tê vekirin ku dê li Navenda Ciwanên Şoreşger a navçeyê, li dar bikeve.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Av0L9WnHCEs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>