Zarokên Efrînê ji bermahiyên şer dara sersalê çêkir

Zarokên bi navên Raman Sîno û Rewşan Sîno ku dixwazin mîna zarokên din sersalê pîroz bikin, ji bermahiyên malên rûxandî ên li Şehbayê dara sersalê çêkir û hêvî dikin ku sala bê li mala xwe pîroz bikin.

Zarokên Efrînê ji bermahiyên şer dara sersalê çêkir
Zarokên Efrînê ji bermahiyên şer dara sersalê çêkir
Zarokên Efrînê ji bermahiyên şer dara sersalê çêkir
Zarokên Efrînê ji bermahiyên şer dara sersalê çêkir
Zarokên Efrînê ji bermahiyên şer dara sersalê çêkir
31 kanûn, 2019   09:51
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Ev sala duyemîn e ku şêniyên Efrînê yên koçber sersalê dûrî malên xwe yên dagirkirî pêşwaz dikin.

Rewşan Sîno û Raman Sîno her du zarok li gundê Til Qirah li navçeya Ehres ya kantona Şehbayê dimînin, ji bermahiyên malên rûxandî tiştê ku dara sersalê dixemilînin, kom kirin.

Di destpêkê de her du zarokan dareke biçûk ji parka mala rûxandî anî û paşê bermahiyên heyî mîna amûrên plastîk, kaxezên rengîn, qutiyên karton, gore û tayên kevn kom kirin da ku dara sersalê bixemilînin.

Rewşan Sîno ya 14 salî wiha got: "Tevî rewşên koçberiyê em dixwazin sersalê pîroz bikin, dema em li Efrînê bûn me dara xwe di şeva sersalê de dixemiland, lê piştî ku dewleta Tirk xaka me dagir kir, em hewl didin dara xwe li malê bixemilînin."

Her wiha zarokê bi navê Raman ê 13 salî jî axivî û wiha got: "Em dixwazin mîna zarokên din sersalê pîroz bikin, ji ber vê yekê min û hevala xwe tiştên xemilandinê çêkirin û em ê mal û gulan ji qutiyên plastîk çêkin û wê rengîn bikin da ku dara me xweşik bibe."

Her du zarokan hêvî kir ku sala bê li mala xwe dûrî şer û kuştinê pîroz bikin.

(jo)

ANHA