Mijarên rojnameyên erebî – 30 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, tevgera li Iraqê û destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 30 Kanûn
30 kanûn, 2019   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ENQEREYÊ BI NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN LI IDLIBÊ GIRTIYE Û REJÎM BI PÊŞ VE DIÇE

Rojnameyên erebî vê sibehê rewşa Sûriyê di gelek aliyan de xist rojeva xwe, nemaze rewşa Idlibê. Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Yekşemê, dewleta Tirk ragihand ku ji nuqteyên çavdêriyê yên girêdayî wê li Idlibê, Bakur û Rojavayê Sûriyê venakişe. Tevî wê jî artêşa Sûriyê bi pêş ve diçe û nuqteyeke li nêzî bajarê Meret El-Nûman dorpêç kiriye."

Artêşa Sûriyê oparasyoneke leşkerî li bejahiya başûr û başûrê rojhilatê Idlibê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê ji 16’ê vê Kanûnê ve pêk tîne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, artêşa Sûriyê di 23’yê Kanûnê de nuqteyeke çavdêriya dewleta Tirk, piştî vegerandina serweriya li ser herêmên li parêzgehê, dorpêç kiriye.

Hin texmîn hene ku oparasyona leşkerî ku Şam bi piştevaniya Rûsyayê pêk tîne, li gorî lihevkirinên bi dewleta Tirk re ye, bi taybet helwesta Enqereyê têkildarî şerê pêk tê, pir lawaz e, tenê hişyarî li ser pêla koçberiyê ya nû heye. Her wiha jî tişta ku li Lîbyayê rû dide, ji yekemîn mijarên Enqereyê ne.

Berê jî, artêşa Sûriyê bajarên sereke bi saya lihevkirinên di bin maseyê de di navbera Moskov û Enqereyê de pêk hatin, vegerandibûn, wekî Xota El-Şerqiyê û beriya wê jî bajarê Helebê. Çavdêr dûr nabînin ku lihevkirineke nû ya Rûsya û Tirkiyê der heqê rûdanên li Sûriyê û Lîbyayê de hebe.

Çavdêran bal kişand ser ku axaftina Hulusî Akar der barê parastin û hiştina nuqteyên dewleta Tirkiyê li Idlibê de, tenê nameya derfetgirtina hundirîn e, bi taybet ev nuqte pêşdeçûna artêşa Sûriyê asteng nake. Dê artêşa Sûriyê jî hedef negire. Heke artêşa Sûriyê der barê serwerkirina li ser tevahî parêzgehê de bi ser ket, dê bandora van nuqteyan tune be û dê dewleta Tirk neçar bimîne, vekişe.

Serdana Akar li herêma sînor, di dema ku dewleta Tirk amadekariya şandina leşkeran ji bo piştevaniya hikumeta El-Wîfaq li Lîbyayê bike da ku li hember artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Muşîr Xelîfe Hefter de şer bike, pêk hat.

EL-BEYAN: ISRARA TIRKIYÊ LI HEMBER PÊŞDEÇÛNA SÛRIYÊ BI PIŞTEVANIYA RÛSYAYÊ

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Tevî ku xewnên "herêma ewle" yên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê bi pêşketina leşkerî ya Sûriyê û helwesta Rûsyayê ya redker têk çûn, lê rayedarên dewleta Tirk hê jî hewl didin li ser hîmên dagirkirinê bimînin."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk îdia kiribû ku ji bo şerê terorê derbasî Sûriyê bûye û piştî peywira xwe bi dawî kir, dê jê derkeve. Lê belê siyaset û biryarên wê yên dawîn, berjewendiyên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê, eşkere kirin. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrişên xwe li Idlibê li dijî berîka mezin a dawîn a çekdarên li Sûriyê, pêk tînin."

ŞERQ EL-EWSET: AMERÎKAYÊ "TUGAYÊN HIZBULLAHÊ" LI IRAQ Û SÛRIYÊ HEDEF GIRTIN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Amerîka zêde ranewestiya da ku bersiva mezintirîn êrişa ku li ser hêza wî li Kerkûkê li bakurê Iraqê pêk hat, bide, Amerîka duh 5 baregehên "Tugayên Hizbullahê" ên Iraqê girêdayî Îranê, 3 li rojavayê Iraqê û 2 li Sûriyê kirin hedef, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Çavkaniyan ji Heşdî Şebî diyar kir ku 15 şervan hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn. Ji bo amadekariya bersivên tolhildanê, Washingtonê biryar da ku bi dehan ji karmendên balyozxaneya xwe li Bexdayê derxe.

Piştî çend seatan ji bombebarana Amerîkayê, AFP`ê ji berpirsekî ewlehiyê ragihand ku 4 moşekên Katyuşa li derdora baregeha El-Tacî ya leşkerî ya Iraqê li bakurê Bexdayê ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin, ketin, lê tiştek bi kesî nehat.

ÎMARAT EL-YEÛM: TIRKIYE TEVGERA XWE ZÊDE DIKE DA KU HÊZÊN XWE LI LÎBYAYÊ BELAV BIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Tirkiyê ji bo belavkirina hêza xwe li Lîbyayê, gavên xwe zêde kirin, bi hinceta ku aloziya Lîbyayê ber bi kaosê ve dibe û ku Lîbya bibe Sûriya pêşerojê, her wiha dê îro wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi 3 lîderên partiyên opozîsyonê re bicive da ku şandina hêzên deryayî û bejahî li Terablûsê ji bo destekdayîna hikumeta El-Sîrac lêkolîn bikin. Tê texmînkirin ku parlamentoya Tirkiyê rewatiya şandina Enqereyê ya hêzên xwe li Terablûsê di hefteyên pêş de nîqaş bike."

EL-EREB: LÎWAA SULTAN MÛRAD… NIXÛMANDINA TIRKIYÊ LI SER ÇETEYÊN KU LI LÎBYAYÊ XERABIYÊ DIKIN

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha got: "Berpirsên Lîbya û Tirkiyê tekez kir ku komeke Tirkmen ên Tirkiyê gihaştin Lîbyayê da ku tev li hêzên hikumeta El-Wifaq a Lîbyayê bibin û li dijî êrişên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Hefter şer bikin."

Koma Sultan Murad ku di nava xwe de çeteyên ku îstixbaratên Tirkiyê ew ji Sûriyê anîn Lîbyayê digire, li Terablusê û derdora wê tiştên xerab dikin.

(ekîb)