‘Lîbya dê bersiveke tund bide rejîma Erdogan’

Berdevkê parlamentoya Lîbyayê Abdullah Belîheq got "Heke dewleta Tirk destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike, dê bersivdan tund be û dê ev destwerdan bibe mêtingeriyeke nû ji Lîbyayê re ye."

‘Lîbya dê bersiveke tund bide rejîma Erdogan’
29 kanûn, 2019   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê parlamentoya Lîbyayê Abdullah Belîheq li gel kanala El-Erebiye axivî û got: “Artêşa Lîbyayê gelek caran odeya operasyonan a girêdayî dewleta Tirk ku çavdêriya li ser firokeyên bêpîlot û piştevaniya lojîstîk dikin, hedef girtin."

Belîheq wiha dewam kir: "Serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih di hevpeyvîna li gel serokê parlamentoya Qibrisê de piştrast kir ku piştevaniya parlamentoya Lîbyayê ya ber YE’yê ve tê kirin ku piştgirî û itîrafkirina bi hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayêz El-Sîrac bê kişandin.”

Çavkaniyên dewleta Tirk eşkere kir ku AKP’ê muzakere ji parlamentoyê re şand, ku tê de daxwaza erêkirina şandina hêzan ji Lîbyayê re kir.

Çavkaniyan diyar kir ku parlamento dê mijarê pêncşema bê nîqaş bike. Ev pêngav jî piştî daxwaza fermî ya hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ji Enqereyê re kiriye, pêk hat.

Li aliyekî din jî serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaz kir ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê pêk neyne ku ev pêngav dê bi xwe re gurkirina şerê leşkerî li herêmê bîne.

Ajansa ‘Ike’ ya Îtalyayê bi bîr xist ku dê civînek der barê aloziya Lîbyayê de li paytexta Belçîkayê Brukselê roja duşemê li dar bikeve. Ajansê diyar kir ku wezaretên karên derve yên dewletên Ewropayê dê di civînê de amade bin da ku amadekariya şandeyeke YE’yê ji Lîbyayê re bikin.

Li derdora paytexta Lîbyayê Terablusê şer di navbera artêşa nîştimanî û hikumeta El-Wîfaq de piştî nêzbûna artêşê ji taxên li paytextê bi şêweyekî mezin tevî agahiyên gihandina çeteyên artêşa Tirkiyê li Lîbyayê re berdewam e.

(fr)